Li Stenbol û Îzmîrê 928 koçber hatin desteserkirin

08-07-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Îzmîr Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Stenbol û Îzmîrê yên Tirkiyê di encama lêgerîna tîmên ewlekariyê de 928 koçber hatin desteserkirin.

Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qeçaxçîtiya Koçberan a Stenbolê bi beşdarbûna tîmên ewlekariyê li seranserê parêzgehê dest bi lêkolînê kirin.

Di vê çarçoveyê de bi piştgiriya Rêveberiya Şaxa Bendera Deryayê 28 belem hatine kontrolkirin û di encam de 728 koçber hatin girtin.

Koçberên desteserkirî piştî karûbarên yasayî bo Navenda Paşdevegerandinê ya Îdareya Koçê ya Stenbolê hatin şandin.

Li aliyê din li navçeya Konaka Îzmîrê 200 koçberên ku bi rêyên derqanûnî derbasî Tirkiyê bûne hatin girtin.

Tîmên Birêveberiya Ewlehiyê ya Parêzgeha Îzmirê li taxa Basmaneyê avêtin ser mal û kargehên welatiyên biyanî û di encamê de 200 koçber hatin desteserkirin.

Koçberên bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyê bûne, ji bo bên dersînorkirin, radestî Navenda Vegerandinê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst