Parêzerê girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday serî li Dadgeha Destûrê da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Abdulkadîr Kuday Girtiyên Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê girtiyê nexweşiya giran Abdulkadîr Kudayê ku li Girtîgeha 2 ya Tîpa Rya Metrîsê girtî ye serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.

Di serlêdana ku çarçoveya “Efûya Serokkomariyê” hat kirin de, giştînameya “ji ber nexweşiyên daîmî, seqetî û pîrbûnê sivikkirin an betalkirina cezayên hin kesan” hat bibîranîn.

Di serlêdanê de hat xwestin ku cezayê Kuday bê sivikkirin an jî rakirin.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku dermankirina Kuday dereng maye û sewqên nexweşxaneyê bi rêkûpêk nayên kirin.

Rapora Saziya Tiba Edlî jî di serlêdanê de cih girt.

Di serlêdanê de hat gotin ku “Divê muwekîl sewqî klînîkeke perwerde û lêkolînê ya tam a nexweşxaneyeke zanîngehê were kirin û di şert û mercên Saziya Cezayê ya Tîpa Ryê de înfaza wî bidome û ji nû ve were nirxandin.”

Hat diyarkirin ku Kuday heta 40 kîloyî daketiye û tevî rapora Saziya Tipa Edlî ya ku dibêje nikare li girtîgehê bi tena serê xwe bimîne ew bi girtiyekî ku her du destên wî jî nînin re dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst