Kiliçdaroglu û Babacan çûn serdana Hevserokê DEM Partiyê

07-08-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Tuncer Bakirhan Alî Babacan Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan.

Hefteya borî dayika Tuncer Bakirhan koça dawî kiribû û li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê spartibûn axê.

Serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Partiya DEVA Alî Babacan, serokê berê yê SHPyê Murat Karayalçin, Hevserokên Konfederasyona Kedkaran (KESK) û hinek rêveber û nûnerên saziyên civaka sivîl ji bo sersaxiyê çûn Navenda DEM Partiyê ya li Enqerê.

Kesên navborî ji Tuncer Bakirhan re sersaxê xwest.

Parlamenterên DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlioglu û Sevilay Çelenkê mêvan pêşwazî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst