DEM Partî bi Partiya DEVAyê re civiya: 'Divê Erdogan helwesta xwe zelal bike'

23 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Partiya DEVAyê Abdullah Ocalan Îmrali
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan re civiya.

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe didomîne.

Di vê çaroveyê de şandeya ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê çû serdana Partiya DEVAyê

Di nav şandeya Partiya DEVAyê de ji bilî Serokê DEVAyê Alî Babacan alîkarên Serokê Giştî yê DEVAyê Sadullah Ergîn, Mehmet Emîn Ekmen, Îbrahîm Çanakçi û Alî Îhsan Merdanoglu jî cih girt.

Piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar hate dayîn.

"Divê Erdogan helwesta xwe zelal bike"

Alî Babacan got, "Me civîneke pir berhemdar pêk anî" û wiha pê de çû:

"Çareseriya rewa ya pirsgirêkên Tirkiyeyê zemîna siyaseta demokratîk e. Tevgerîna li ser van bingehên sereke her tim gihaştina armancê hêsantir dike.

Ji 1ê Çiriya Pêşîn ve rewşeke nû li welatê me heye. Em di nav vê pêvajoyê de hewldanên ji bo çareseriyê bi nirx dibînin.

Em dê piştgiriyê bidin her gaveke samîmî ya ji bo çareseriyê. Em girîng dibînin ku hevparên hikûmetê di vê pêvajoyê de bi awayekî samîmî tevbigerin.

Heta niha me nedîtiye ku birêz Erdogan li kîjan aliyê vê mijarê ye. Erê, Parlamento zemîneke girîng e, lê dema em li pergala rêveberiya niha dinêrin, divê birêz Erdogan bi lez helwesta xwe zelal bike."

"Dibe ku hevdîtina bi Demîrtaş re di nav vê hefteyê de çêbibe"

Sirri Sureyya Onder jî wiha got: "Em bi germî hatin pêşwazîkirin. Me şêwirînên gelekî bi nirx pêk anîn.

Pirsên wan ên hêja hebûn, me bi dilvekirî behsa tiştên ku heta niha qewimîne kir.

Ev parvekirina me dê di dirêjahiya pêvajoyê de bi heman awayî berdewam bike.

Her pêşniyar û têbîniyên wan ji bo me bi qasî zêr bi nirx in. Em ê daxuyaniyeke berfirehtir bidin."

Li ser pirsa ka Ahmet Turk dê beşdarî şandeya Îmraliyê bibe yan na, Onder got: "Tiştekî ku teqez bûye tune lê Ahmet Beg di şandeya me de ye, dê beşdarî beşa Îmraliyê bibe lê em nizanin dê kengê be."

Li ser pirsa "Hûn dê kengî bi Selahattin Beg re hevdîtinê bikin?", Onder got ,"Di yekem derfeta ku ev trafîk destûrê bide de. Bi îhtîmaleke mezin di nav vê hefteyê de."

Şandeya DEM Partiyê piştre serdana Serokê Giştî yê Partiya Yeniden Refahê Fatih Erbakan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst