Erdogan li ser qeyûman axivî: Ev gava yekem e!

06-06-2024
Nîşan Erdogan Qeyûm Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan, got ku danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê gava yekem a “hiqûqê” bû û dê gavên din jî berdewam bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di merasîma Xelatên Medyayê yên Anatolyayê de axivî.

Erdogan beşeke zêde ya axaftina xwe ji danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê û girtina Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş re veqetand.

Erdogan bal kişand ser nerazîbûnên danîna qeyûm û eşkere kir ku ew karê hiqûqê ye, hiqûqê karê xwe kiriye û ji niha pê de jî hiqûq dê karê xwe bike.

“Dê gavên din jî bên avêtin”

Erdogan amaje bi aloziyên di navbera parlamenterên DEM Partî û AK Partiyê yên Parlamentoya Tirkiyeyê jî kir û wiha got:

“Em heta îro li dijî siyaseta rewa derneketine. Bi taybetî biryara dadgehê ya li ser Colemêrgê biryareke yasayî ye.

Wan di cih de hewl da ku parlamentoyê bikin cihê aloziyan û xwepêşandanan.

Ev parlamentoya Komara Tirkiyeyê ye û lê yasa tên derxistin.

Ji bo xurtkirina bingeha siyaseta sivîl û demokratîk me gelek gav avêtin.

Me rê neda ku rêxistina cudaxwaz bi rêya dezgeha xwe ya siyasî kemînan li ber îradeya neteweyî dayîne.

“Colemêrg ji bo vê êdî bû gava yekem”

Me beriya 31ê Adarê çi gotibû:

‘Eger namzedên we tiştek nekiribe û li ser namzedên we ti kiryarên ne rewa, neqanûnî nebin, tiştekî ku em ji wan re bibêjin nîne.

Eger wan karên neqanûnî kiribin, divê em yasayan bi cih bînin’ em dê çi pêwîst be bikin.

Colemêrg ji bo vê êdî bû gava yekem. Niha hiqûqê tiştê pêwîst be kiriye û dê ji niha û pê ve jî berdewam bike.”

Çi bûbû?

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş jî heman rojê li Wanê hat desteserkirin.

Mehmet Siddik Akiş doh li Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Colemêrgê hat darizandin.

Dadgehê biryara xwe eşkere kir û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Siddik Akiş.

Dadgehê ev ceza bi hinceta “birêvebirina rêxistinê” li Mehmet Siddik Akiş birî.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî vê biryarê jî li bakurê welêt pêleke qedexeyan dest pê kir û li 12 parêzgehan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst