‘Berbijêrê AK Partiyê yê Şaredariya Stenbolê eşkere bû’

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol AK Partî Murat Kurum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Îsmaîl Saymaz ragihand ku berbijêrê AK Partıyê yê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, wezîrê berê yê jîngeh û bajarvaniyê Murat Kurum e.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan dê sibe li Navenda Konferansê ya Halîçê, berbijêrên 28 şaredariyan ku 12 jê şaredariyên bajarên mezin in eşkere bike.

Yek ji van berbijêran jî yê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye.

Rojnameger Îsmîl Saymaz li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku berbijêrê AK Partiyê yê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Kurum e.

Îsmaîl Saymaz diyar kir ku wî agahî ji çavkaniyên AK Partiyê wergirtiye û got:

“Ji aliyê AK Partiyê ve hat ragihandin ku Murat Kurum berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye. Tevfik Goksu bêyî ku bibe berbijêr winda kir û bû dîrok.”

Murat Kurum beriya hilbijartinên giştî yên meha gulana par wezîrê berê yê jîngeh û bajarvaniyê bû.

Ji wê demê ve ji bo şaredariya Stenbolê navê Kurum tê behskirin.

Heta hat gotin ku Erdogan ji ber vê sedemê Kurum nexistiye kabîneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst