Hevserokên DEM Partiyê girtiyên Doza Geziyê ziyaret kirin

Duh li 10:10
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Tulay Hatimogullari Doza Geziyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li Girtîgeha Marmarayê ya li navçeya Silivriyê ya Stenbolê girtiyên Doza Geziyê û çend kesên din ziyaret kirin.

Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimoglullari îro li Girtîgeha Marmarayê serî da girtiyên Doza Geziyê Osman Kavala, Can Atalay û çend kesên din.

Tuncer Bakirhan piştî serdanê ragihand ku bi milyonan kes beşdarî çalakiyên Geziyê bûbûn û ti tawanek nekiribûn.

“Gezî li dijî neheqî û bêedaletiyê îtirazek bû”

Hevserokê DEM Partiyê wiha got:

“Gezî bi milyonan kes bûn. Gezî, gelên Tirkiyeyê, kedkar, jin û ciwan bûn, Gezî bi sed hezaran kes bûn.

Gezî li dijî xeletî, qirkirina xwezayê, neheqî û bêedaletiyê îtirazek bû, berxwedanek bû.

Eger dê Gezî bê darizandin, hûn holeke wiha nikarin bibînin, ji ber ku li Geziyê bi milyonan, bi sed hezaran kes hebûn.

Eger Gezî bê darizandin, divê ciwan û jin bêne darizandin, jîngeparêz, Kurd, Tirk û Elewî bêne darizandin.

Sedema ku me digot; Gezî nayê darizandin jî jixwe ev bû. Ji ber ku Gezî ne 3-5 kes bûn, bi milyonan kes bûn.

Gezî nikare bê darizandin, ji ber ku li Geziyê tawanek tinebû.

Li dijî qirkirina xwezayê helwestek hebû, berxwedanek hebû û îtirazek hebû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst