Platforma Çavdêriya Azadiya Hunerê: Zext û sansûra li ser hunerê zêde bûye

05-07-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Çavdêriya Azadiya Hunerê ragihand ku di şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de 14 çalakiyên hunerî hatine qedexekirin û 11 çalakî jî hatine sansûrkirin.

Platforma Çavdêriya Azadiya Hunerê, Rapora Azadiya Raderbirîna Hunerî ya Çile-Hezîran 2023an eşkere kir. Li gor raporê, di şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de zexta li ser çalakiyên hunerî zêdetir bûye.

Di raporê de hatiye gotin, di şeş mehên destpêkê yên sala 2023ê de 14 çalakiyên hunerî hatine qedexekirin, 11 hatine sansûrkirin, huner 27 caran hatiye armancgirtin, 37 hunermend hatine darizandin, 6 biryarên dersînorkirin û astengkirina vîzeyê hatine dayîn û 4 pirtûk hatine qedexekirin.

Sala 2023an sansûr û cezayên li ser rêzefîlman û armancgirtina hunermendan berdewam bûye. Hunermendan ji ber ku nêrînên xwe li ser sosyal medyayê belav kirine rûbirûyê lêpirsîn û dozê bûne. Herwiha di raporê de behsa geşedanên erênî jî hatiye kirin û tê gotin ku di demsala geştyariyê de sînordarkirina mûzîkê li gor demjimêran hatiye rawestandin û derbarê mafê weşanê yê hunermendan de pêngav hatine avêtin.

Li gor raporê sala 2023an kovarên “Sokrates”, “Uykusuz Mizah” û “Parşomen” ji ber sedemên aborî hatine girtin û saziya veguhestinê meha Adarê bihayê veguhestina pirtûk û kovaran %400 zêde kiriye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst