Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê di çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî êrişên komên çekdar ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de 7 kes hatin girtin.
Heyeta Tehrîr El Şamê û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê 27ê Çiriya Paşîn li Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş dabûn destpêkirin.
Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê êvara 2yê Kanûna Pêşîn a 2024an li hemberî van êrişan li Meydana Şîşhaneyê ya navçeya Beyogluyê çalakiyeke nerazîbûnê kir.
Polîsan midaxeleyî çalakiyê kir û 84 kes hatin desteserkirin.
Derbarê kesên desteserkirî de bi hinceta “propagandaya rêxistinê” û “rûbirûbûna polîsan” lêpirsîn hat destpêkirin.
Piştî rêkarên li navenda ewlehiyê ji kesên destesekirî 77 ji wan hatin berdan, 7 kes jî şandin dozgeriyê û ji wir jî bi daxwaza girtinê şandin Dageha Ceza ya Sulhê.
Li dadgehê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” û “rûbirûbûna polîsan” her 7 kes hatin girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse