Koçyîgît: Îhtimala aştiyê bi destê desthilatê tê tunekirin

04-11-2024
Nîşan Gulistan Kiliç Koçyîgît DEM Partî Qeyûm Êlih Mêrdîn Xelfetî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li ser tayînkirina qeyûman got, “Îhtimala aştiyê bi destê desthilatê tê tunekirin.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser mijarê axivî.

“Qeyûm çand, ziman û jiyanê tune dikin”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê danîna qeyûman wekî “rejîmeke rewşa awarte ya navlênekirî” bi nav kir û got:

“Hewl tê dayîn ku îhtimala aştiyê careke din bi destê desthilatê were tunekirin.

Di hilbijartinên 31ê adarê de hemû çavkaniyên wan ên bêrêtî û talanê hatin qutkirin, xirtûmên rantê yên ku diçin ji çeteyên wan re hatin girtin.

Ji ver vê jî ji bo ku careke din xwe bi ser çavkaniyên gel de biavêjin qeyûm xistin dewrê.

Qeyûm ne tenê çavkaniyên gel tune dike, di heman demê de ziman, çand û jiyana herêmê jî tune dike.

Polîtîkaya qeyûman polîtîkaya înkarkirin û tunehesibandina Kurdan e.”

“Dixwazin rejîma xwe ava bikin”

Koçyîgîtê li ser armancên desthilata MHP-AK Partiyê jî ev gotin:

“Ji ber ku em li hemberî zilm, neheqî û xespa îradeyê li ber xwe didin AKP nikare pergala ku dixwaze ava bike.

Nikare rejîma ku dixwaze pêk bîne. Wan ji ber vê jî dest bi pêleke nû ya êrişan kir.

Dixwazin bi rêya nehiştina me ya siyasî rejîma ku dixwazin ava bikin.

Wan ji bon meşa xwe ya desthilatê welat kir welatê qeyûman.”

Ahmet Turk û Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz 27ê Çiriya Pêşîn li Rihayê malbatên Yildiz û Şenyaşaran li hev anîbûn.

“Ma niha bû terorîst?”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê ev yek bi bîr anî û biland:

“Ma ne Ahmet Turk bû yê ku ew û Alîkarê Serokkomar li kêleka hev rûniştin? Ma niha bû terorîst?

Em qala bihiqûqiyeke mezin dikin. Divê ev were zanîn ku DEM Partiyê çawa doh li hemberî xespa îradeyê li ber xwe dabe dê îro û sibe jî li ber xwe bide.

Roj roja berxwedanê ye çimkî ku em li ber xwe nedin dê welat ber bi kaoseke mezin ve here.”

“Desthilat çareseriyê naxwaze, şer dixwaze”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku AK Partî xwe bi şer û şidetê xwedî dike û xwe lê berda:

“Sepandina qeyûman îro careke din nîşanî me da ku desthilat çareseriyê naxwaze. Xwe ne bi çareseriyê, bi neçarseriyê xwedî dike; xwe ne bi aştiyê, bi şer û tundiyê xwedî dike.

Em vê dema ku gelên Tirkiyeyê ji sibehê heta êvarê li ber ekranên televîzyonê li benda peyamên diyalogê ne dibînin ku hewl tê dayîn îhtimala aştiyê careke din bi destê desthilatê were tunekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst