Yekîtiya Şaredariyan bi awayekî awarte dicive: Rojev qeyûm in!

04-11-2024
RÛDAW
Nîşan Qeyûm Êlih Mêrdîn Xalfetî Ekrem Îmamoglu Encûmena Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Meclisa Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) dê sibe bi awayekî awarte li Enqereyê bicive.

Rojeva civînê tayînkirina qeyûman e.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Serokê TBByê Ekrem Îmamoglu ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku dê îşev ji Kahîreya paytexta Misirê vegere û dê sibe Encûmena TBByê bi awayekî awarte li Enqereyê bicive.

Ekrem Îmamoglu got ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:

"Di demokrasiyê de berdewamiya vîna dengderan esas e. 

Deme yekî hilbijartî ji peywira xwe tê dûrxistin dîsa yekî hilbijartî yanî endamekî Meclisê tê şûna wî.

Rayeya hilbijartinê tenê aidî dengderan e û nayê dewrkirin.

Ez ji bo civîna Habîtatê ya Neteweyên Yekbûyî li Kahîreyê me û ez dê îşev vegerim. Em dê sibe Encûmena TBByê bi awayekî awarte bicivînin.”

Çi bûbû?

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Li gorî daxuyaniyê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.

Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

Lijneya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel.

Em li hêviyê bûn ku pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê bên çareserkirin lê li ber ber hêviyên çareseriyê xefk hatiye danîn.

Em ti carî serê xwe natewînin, em ti carî dev ji têkoşînê bernadin.

Eger desthilat difikire ku dê bi vê rêbaza îflaskirî bi ser bikeve dê gelekî şaş bibe.

Gelê me dê di bin hemû şert û mercan de li îradeya xwe xwedî derkeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst