STENBOL - Kesekî serê jinekê jê kir û ji sûran avêt

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Stenbol Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê kesekî 2 jin kuştin û dawî li jiyana xwe anî.

Kesê tawanbar ku tê gotin qesab e piştî ku li ser sûrên Edîrnekapiyê yên Stenbolê serê jinekê jê kir û avêt xwarê, xwe jî avêt xwarê û mir.

Li gorî zanyariyan Semîh Çelîkê 19 salî ku tê gotin qesab e, saet 15:30î li navçeya Eyûp Sultana Stenbolê jina bi navê Ayşenûr Halîla 19 salî kuşt.

Piştî wê nîv saetekê jî li navçeya Fatîha Stenbolê li ser sûrên Edîrnekapiyê jî serê Îkbal Uzunera 19 salî jê kir û ew jî kuşt.

Piştre jî serê wê ji sûrên Edîrnekapiyê avêt xwarê.

Semîh Çelîk piştî kuştina Îkbal Uzunerê li ser sûran benek xist qirika xwe û xwe ji sûran avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin, Semîh Çelîk berî ku xwe ji sûran biavêje 2 jin kuştine û lêkolîn berdewam in.

Li aliyê din, dîmenên bûyerê ji aliyê hinek welatiyan ve li ser torên civakî hatin belavkirin.

Di dîmenan de welatiyek dibêje kesê ku li ser sûran serê jinekê jê kiriye madeyên hişbir bi kar tîne.

Li gorî Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin tenê meha Îlona îsal li Tirkiyeyê Bakurê Kurdistanê herî kêm 34 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mirina 20 jinan jî bi guman e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst