Bakirhan: Heta ku em şaredariyê nestînin em ji Colemêrgê naçin

04-06-2024
Nîşan Tuncer Bakirhan Şaredariya Colemêrgê Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Me çawa li Wanê kir em dê li Colemêrgê jî vîna bajêr biparêzin û heta ku em şaredariyê dîsa nestînin em ji Colemêrgê naçin cihekî.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de li ser vê mijarê axivî.

“Wezîrê karên tawanan”

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku biryara tayînkirina qeyûm ji aliyê AK Partiyê ve hatiye standin û bangî Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya kir:

“Heke hûn li keştiya MHPyê siwar bibin hûn dê jî di dîrokê de bibin wezîrê karên tawanan.”

“Em dê vîna Colemêrgê biparêzin”

Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew dê li Colemêrgê nobetê bigirin û got:

“Em dê vîna Colemêrgê biparêzin û heta ku em şaredariyê careke din nestînin em ji wir naçin.”

“Ew dibêjin qey em li hemberî vê xespê bê deng bimînin”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê diyar kir ku pergala dewletê ya Tirkiyeyê li ser Colemêrgê polîtîkayên taybet dimeşîne û anî zimên:

“Di hilbijartinên 31ê Adarê de têkoşîneke gelekî mezin hat dayîn.

Pergala hemû hêza xwe dabû Colemêrgê.

Me li Colemêrgê bi partiyên siyasî re pêşbazî nekir.

Me bi cerdevan, çeteyan, sermayeya qirêj, îtirafker, hemû saziyên dewletê û tifaqa JITEMê re rikeberî kir.

Ciwan, jin û kedkarên Colemêrgê tevî hemû zext û zorê jî îradeya xwe nîşan da û wan hevrêyê me Mehmet Siddik Akiş hilbijart.

Lê wan çi kir? Wan dîsa serê sibehekê bi rêya derbeyê qeyûm tayîn kir.

Ew dibêjin qey em li hemberî vê xespê bê deng bimînin û destûrê bidin wan. Na lo!

Me çawa li Wanê kir em dê li Colemêrgê jî vîna bajêr biparêzin û heta ku em şaredariyê dîsa nestînin em ji Colemêrgê naçin cihekî.”

Demên dawiyê li Tirkiyeyê behsa “normalbûneke siyasî” dihat kirin.

“Em dizanin biryara qeyûm li Kizilcahamamê hat standin”

Tuncer Bakirhan amaje pê kir ku biryara tayînkirina qeyûm di wan civînên ji bo “normalbûnê” hatiye standin û berdewam kir:

“Em dizanin biryara qeyûm li Kizilcahamamê hat standin.

AK Partiyê dema civînên li wê derê çi gotibû? Xwedê giravî dê nîqaş li ser destûra nû bikira, dê behsa normalbûnê bikira.

Sê rojan civiyan û encama civînên wan bû derbeya qeyûm.

Tiştê ku ew dibêjin guherîn û normalbûn ev qas e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst