Ozgur Ozel: Em dixwazin Erdogan bibe namzed

03-09-2024
Nîşan Ozgur Ozel Erdogan Namzedbûn Hilbijartinên Pêşxwet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got, “Ez baş dibînim ku Erdogan bibe namzed û zora wî here û ev pêvajo temam bibe.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel beşdarî bernameya Halk TVyê bû û pirsên Îsmaîl Kuçukkaya bersivandin.

“Ez baş dibînim ku Erdogan bibe namzed”

Ozgur Ozel bi bîr anî, heke hilbijartinên pêşwext bên kirin mafê Recep Tayyîp Erdogan heye ku careke din bibe namzed û got:

“Eger meclis bi 360 parlamenterî biryara nûkirina hilbijartinan bide mafê Erdogan heye ku careke din bibe namzed.

Ez ji bo CHP û demokrasiya Tirkiyeyê baş dibînim ku Erdogan bibe namzed û zora wî here û ev pêvajo temam bibe.”

“Bila Erdogan jî bibe namzed”

Ozel diyar kir ku divê hilbijartinên pêşwext bên kirin û li pey çû:

“Em 25ê Çiriya Paşîn sindoqan deynin, bila Erdogan jî bibe namzed. Em dest bi pêvajoyeke nû bikin.

Bila Erdogan bihara 2026an sindoqê deyne, bibe namzed û em jî zora wî bibin.

Ez jî vê naxwazim ‘23 salan bi ser ket lê nebû namzed û çû.’ Ez naxwazim tiştekî wiha ji dîroka siyaseta Tirkiyeyê re bihêlim.

Qet gumana min nîne ku em dikarin wî bibin. Em dê hilbijartinan nû bikin, em ji kesî natirsin.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel diyar kir ku makezagoneke nû pêwîst e lê ev mijar ji ber pirsgirêkên aborî ne di rojeva gel de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst