Erdogan: Em şewitandina Qurana pîroz a li Stockholmê weke karekî takekesî nabînin

03-07-2023
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Fransa Swêd Şewitandina Quranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser şewitandina Quranê ya li Stockholma paytexta Swêde got Em şewitandina Qurana pîroz li Stockholmê weke karekî takekesî nabînin.”

Piştî sêyemîn civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan derbarê encama civînê de daxwiyaniyek da.

Erdogan di axaftina xwe de balkişand ser şewitandina Quranê ya li Swed û wek karek têkder binav kir û her wiha got ew bi hêvî ne bêy ku xwîn bê rijandin di zûtirîn dem de xwepêşandanên Fransa aram bibin.

Erdogan 3ê Tîrmehê 2023ê di daxwiyaniya xwe ya piştî civîna kabîneya wezîran de, çend mijarên di rojeva cîhanê û Tirkiyê de ne nirxandin.

Derbarê şewitandina Quranê de di yekemîn roja Cejna Qurbanê de li Swedê Erdogan got: “Êrişa ser Quran a pîroz em hemû hers kirin. Ew tawanê tijî kîn û rik yên hinek kesên ku bi dijayetiya îslamê mezin bûyî ne. Ew kar li jêr çavdêriya polîsa de hat kirin. Ewên çavê xwe li karek wiha digrin heman tawan kirine.”

Erdogan herwiha got ew şewitandina Quranê li ya Stockholê wek karê yek kesî nabînin û Tirkiye dê li dijî wan bûyeran helwesta xwe nîşan bide.

Her wiha Erdogan di beşeke gotara xwe de jî bahsa xwepêşandanên li Fransayê jî kir û got ew bi hêvî ne ku bêyî ku xwîn were rijandin ew xwepêşandan bidawî bibin.

Erdogan derbarê pêwendiyên li gel Swedê de ku niha dixwaze Tirkiye razî bike ku endambûna wê ya di nav NATO de qebûl bike jî got: “Helwesta welatê me û bersivên Swedê eşkere ne. Em dizanin armanca wan ya di wan biryara de çiye ku bi rêya medyayê dikin. Ewên piştgiriyê didin terorê nikarin dostaniya Tirkiye bi dest bixin.”

Serokkomarê Tirkiye her wiha soz da mexdûrên erdhejê ku di mehên 10 û 11 yên îsal de dest bi belavkirina yekeyên niştecîbûnê bikin. Herwiha Erdogan ragihand ku ziyana erdhejê li ser aboriya Tirkiyê 104 milyar dolar bûye.

Erdogan derbarê zêdekirina mûçeyê fermanberan û xanenişînan de ragihand ku bi diyarkirina rêjeya Enflasyona şeş mehan roja 5ê Tîrmehê, ewê sozên ku dane fermanberan û xanenişînan cîbicî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst