Kurdên Stenbolê li ser gotina Bahçelî ya zewaca Kurd û Tirkan çi dibêjin?

03-05-2024
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurd Tirk Zewac Devlet Bahçelî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Nerazîbûnên li hemberî gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên li ser zewaca Kurd û Tirkan berdewam in.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de de gotibû:

“Li Tirkiyeyê dê ev milet û îradeya wê, cudabûna Tirk-Kurdan çareser bike.

Sira vê yekê jî ew e ku jinan bidin hev.”

Gotinên Bahçelî rastî bertek û nerazîbûnan hatin.

Welatiyên Kurd ên ku li Stenbolê dijîn da zanîn ku bi sedan sal in Kurd û Tirk keçan didin hev lê meseleya Kurd nehatiye çareserkirin.

Li hemberî gotinên Bahçelî Kurd diyar dikin ku Pirsa Kurd tenê bi dayîna mafên bingehîn ên Kurdan tê çareserkirin.

Herwiha Kurd gotinên Bahçelî wekî armanca asîmîlekirina Kurdan dibînin û dibêjin:

"Pirsa Kurd encax bi dayîna mafên bingehîn ên Kurdan tê çareserkirin."

Welatiyên Kurd li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez a “Tu gotinên Bahçelî çawa dibînî?” wiha bersiv da:

"Meseleya Kurdan bi gotinên Bahçelî çareser nabe"

Welatiyê Kurd Remî Olmez got:

"Meseleya Kurdan bi vî şeklî çareser nabe.

Lazim e mafê Kurdan bi duristî were dayîn. Nexwe bi gotinên wî (Bahçelî) ti carî çareser nabe."

"Turgut Ozal xwest mafê Kurdan bide lê hat kuştin"

Welatiyê Tirk Yusuf Ozdemir diyar kir:

"Em hemû li vir wekî bira dijîn.

Yên me bi rê ve dibin vê pirsgirêkê tev didin, gur dikin.

Ji bo Pirsa Kurd divê meriv heta dewra Turgut Ozal biçe.

Lewra wî dixwest mafên Kurdan bide, perwerdeya Kurdî bide lê hinekan nehişt, wan ew kuşt."

"Bahçelî heta niha çi rast gotiye ku vê jî rast bibêje"

Welatiyê Kurd Şemsettîn Çelîk ragihand:

"Berî niha bi sed salan jî Kurd û Tirkan qîz dane hev lê ev mesele çareser nebûye.

Jixwe Bahçelî heta niha çi rast gotiye ku vê jî rast bibêje."

"Bi têkoşîn û yekîtiya Kurdan çareser dibe"

Welatiyê Kurd Ehmed Demîr jî anî ziman:

"Eger Kurd rabin hev bigirin, ji hev aciz nebin, bi hev re wekî bira bin, em dê mecbûr dewleta xwe bistînin.

50 sal in em têdikoşin û heta ku em bimirin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Ev ne karê keçan an tiştekî din e.

Li Nisêbînê bûyer çêbûn, Bahçelî digot kevir li ser kevir nehêlin.

Niha jî wilo dibêje. Eger wilo be em dê gişt bi Tirkan re bizewicin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst