Li Îzmîrê Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê êrişî kesekî biyanî kir

02-09-2024
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê Telîs Amerîka Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îzmîrê endamên Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê (TGB), kesekî biyanî girt û telîs xist serê wî.

Keştiya Amerîkayê USS Wasp îro li bendera Îzmîrê rawestiya.

Li taxa Alsancakê ya Îzmîrê grûpeke bi navê Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê êrişî kesekî biyanî kir.

Wê grûbê telîs xist serê wî kesî.

Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên bûyerê belav kirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê ew kesê ku telîs xistine serî wî leşkerekî Amerîkayê ye û di keştiya Amerîkayê USS Waspê de erkdar e.

Medyaya Tirkiyeyê her wiha ragihand ku polîsan midaxeleyî bûyerê kiriye û Serokê Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê Kayahan Çetin jî di nav de 13 kes hatine desteserkirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku dê keştiya şer a Amerîkayê USS Wasp 1-5ê Îlonê li bendera Îzmîrê raweste.

Li gorî agahiyan keştiya şer a Amerîkayê USS Wasp (LHD-1) û keştiya şer a Tirkiyeyê TCG Anadolu (L400) 13-17ê Tebaxê li Deryaya Spî tetbîqateke leşkerî ya hevbeş pêk aniye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst