Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bartinê yê Tirkiyeyê di qezayeke trafîkê de barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn, di bûyerê de 5 kes mirin.
Destê sibehê li navçeya Bogazê ya li ser rêya Bartinê barhilgira bi şofêrtiya Umît Komeç û otomobîla bi şofêrtiya Berkan Kaya li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê cendirme, polîs û tîmên parastina sivîlan û tendirûstiyê çûn cihê bûyerê.
Di kar û xebatên tîman de derket holê ku di nava otomobîla ketibû bin barhilgirê de şofêr Berkan Kaya (22), hevalên wî Rahmî Can Odabaş (21), Ozgur Çomak (22), Koray Uguz (23) û Murat Can Kuçuk (21) mirine.
Şofêrê barhilgirê Umît Komeç ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.
Tê îdiakirin ku ciwanên ku di qezayê de mirine, piştî ku ji barekê derketine bi otomobîla din re ketine pêşbaziyê û di encama bileziya zêde de li barhilgirê qelibiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse