Li Qeyseriyê xelk rabû ser pêyan: Otomobîl û xanî hatin şewitandin

01-07-2024
Nîşan Qeyserî Destdirêjî Şewitandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku li Qeyseriyê xebereke destdirêjiyê belav bû otomobîl, dikan û xaniyên Sûriyeyiyan hatin şewitandin.

Li gorî gotegotan, li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kiriye.

Piştî ev hat bihîstin xelk li hev civiya da ku wî kesî bigire lê polîs hatin û wan gumanbar ji cihê bûyerê dûr kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseya hêrsbûyî xanî û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li ser torên civakî gelek vîdeo belav dibin û di wan de tê dîtin ku otomobîl, dikan û xaniyên Sûriyeyiyan didin ber êgir, dirûşmên nijadperset bilind dikin û otomobîlan diqulibînin.

Li hêla din, 5 polîsên ku hewl dida xelkê rawestînin birîndar bûn.

Piştî ku bûyer ji kontrolê derketin Parêzgarê Qeyseriyê Gokmen Çîçek çû cihê bûyeran.

Parêzgariya Qeyseriyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gumanbar hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst