Peyama cejnê ya bi Kurdî ya Mehmet Şîmşek bû sedema karvedanên nijadperestan

01-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Mehmet Şîmşek Cejna Qurbanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peyama Kurdî ya Cejna Qurbanê ku Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek li ser hesaba xwe ya medyaya civakî belav kiribû di nav kesayetên nijadperest ên ÎYÎ Partî, Partiya Tevgera Turan û Partiya Zaferê de bû sedema karvedanan.

Roja yekem a Cejna Qurbanê Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ku bi eslê xwe Kurdê parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ye bi zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Tirkî peyamek cejnê belav kir û cejna welatiyan pîroz kir.

Ev peyama Şîmşek, bi taybet peyama Kurdî di nav beşek ji berpirsên ÎYÎ Partî, Partiya Zaferê û Partiya Tevgera Turan de bû sedema karvedanan ku her sê partî jî li ser bingehê nijaperestiya Tirk hatine avakirin.

Cîgira Serokê Partiya Zafer Sevda Gul Tuncer  peyama Wezîrê Darayî yê Tirkiyê reetwetkiriye û li ser wê peyamê gotiye ku dewleta Kurd nîne û zimanê fermî yê Komara Tirkiyê Tirkî ye.

Sevda Gul Tuncer di peyama xwe ya bo Şîmşek de dibêje, “Ev ne cîhanîbûn e. Li gor ku dewleta Kurd nîne ev tweet bo welatiyên Komara Tirkiyê hatiye nivîsîn. Erebî ji ku derketiye. Dest ji xeyalên Neo Osmantiyê berdin. Em rê nadin ku demografiya Tirkiyê bê guhertin. Komara Tirkiyê dewleteke neteweyî ye. Zimanê fermî yê dewletê Tirkî ye.”

Endamê Desteya Rêveber a Stenbolê ya ÎYÎ Partiyê Murat Noyan jî li ser heman peyama Mehmet Şîmşek gotiye, “Maddeya sêyemîn a destûra me bi eşkere dibêje zimanê fermî yê dewleta me Tirkî ye. Herkes dikare bi zimanê xwe peyama cejnê binivîse. Mehmet Şîmşek ê Batmanî jî dikare, Lê eger wezîrê Komara Tirkiyê binivîse dê bertekan bibîne. Di demekê de ku me travmaya Proseya Çareseriyê derbas nekiriye.”

Serokê Giştî yê Partiya Turanê Varol Esen jî karvedan nîşanî Wezîrê Darayî yê Kurd Mehmet Şîmeşek dane û dibêje, “Wezîrê Darayî yê welat bi Kurdî, Erebî û Tirkî cejnê pîroz dike. Min berî niha derbarê vê mijarê de tweetek nivîsîbû. Dê di destûra nû ya bingehîn de pênaseya pirzimaniya fermî bikin. Dê pênaseya pirnetewiyê bikin. Bi  rêya tweetan li bertekan dinêrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst