4 parlamenter bûn şaredar

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamenter Şaredar Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî 4 parlamenterên namzed wekî şaredar hatin hilbijartin.

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de 26 parlamenterên Parlamentoya Tirkiyeyê bûbûn namzed.

Ji wan 26 parlamenteran 4 parlamenterên CHPyê wekî şaredar hatin hilbijartin.

Parlamenterên ku wekî şaredar hatine hilbijartin ev in:

Abdurrahman Tutdere: Semsûr (CHP)

Ahmet Onal: Kirikkale (CHP)

Burcu Koksal: Afyonkarahîsar (CHP)

Hasan Baltaci: Kastamonu (CHP)

Li gorî van encaman dê hejmara parlamenterên CHPyê ji 129an dakeve 125an.

Parlamenterên ku wekî şaredar hatine hilbijartin piştî ku encamên fermî hatin ragihandin divê di nav 15 rojan de ji parlamenteriyê îstifa bikin.

Parlamenterên ku di dema diyarkirî de îstifa nekin dê bê wê wateyê ku erka nû red kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst