Partiya Yenîden Refahê serkeftineke mezin bi dest xist

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Partiya Yenîden Refahê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê ragihand ku wan di hilbijartinên herêmî de ji sedî 8,7ê dengan wergirtine û 69 şaredarî bi dest xistine.

Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan li ser encamên destpêkê yên hilbijartinan axivî.

Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan di daxuyaniya xwe de got:

“Partiya me li tevahiya Tirkiyeyê ji sedî 8,7 dengan wergirtiye.

Partiya me serkeftî û stêrka bê guman a hilbijartinên 31ê Adarê ye.

Partiya me Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê û Şaredariya Yozgatê bi dest xistin.

Partiya me Yenîden Refahê 43 şaredariyên navçe û 24 bajarokan jî bi dest xistin.

Bi giştî Partiya me Yenîden Refahê 69 şaredarî bi dest xistin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmartina dengan berdewam dike.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) heta niha encamên fermî ranegihandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst