SÛRIYE- Ehmed Şer pileya leşkerî da 7 cîhadîstên biyanî

30-12-2024
RÛDAW
Nîşan Ehmed Şer Ebû Mihemed El Colanî Sûriye Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Bi biryara Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û bi îmzeya Ehmed Şer (Ebû Mihemed El Colanî), pileya leşkerî ya hinek fermandarên komên çekdar hat bilindkirin.

Di nava wan fermandeyan de 7 kes cihadiyên biyanî ne ku pileya lîwa û eqîd wergirtine.

Ehmed Şer wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê belgeyên bilindkirina fermandaran îmze kiriye.

Di belgeyan de tê dîtin ku Urdiniyekî bi eslê xwe Filistînî bûye lîwa.

Li gorî belgeyan Ebdulrehman Husên Xetîb pileya wî di artêşa nû ya Sûriyeyê de bûye lîwa.

Ebdulrehman Husên Xetîb ku bi Ebû Husên Urdinî tê naskirin, xwediyê nasnameya Urdinê ye û bi eslê xwe Filistînî ye.

Yek ji kesayetiyên leşkerî ye ku ji sala 2013an ve li Sûriyeyê ye û Koleja Bijîşkî ya Zanîngeha Urdinê temam kiriye.

Ebû Husên endamekî selefî yê cihadî ye û nêzîkî Ebû Mihemed Colanî ye ku serokê Heyeta Tehrîr El Şamê ye û niha navê wî Ehmed Şer e û serokatiya Sûriyeyê dike.

Xetîb di nava Tehrîr El Şamê de berpirsê çareserkirina nakokiyên di navbera komên çekdar de ye û niha endamê Konseya Leşkerî ya Heyeta Tehrîr El Şamê ye.

Ebdulezîz Dawûd Xudaberdî ku bi navê Ebû Mihemed Turkistanî tê naskirin, ji Turkistanê ye û bûye lîwa.

Omer Mehmet Çîftçî ku bi navê Muxtar Turkî tê naskirin, ji Tirkiyeyê ye û bûye lîwa.

Ebdel Semrîz Bîşarî ji Albanyayê ye û bûye eqîd.

Mewlan Tîrson Ebdulsemed ji Tacîkistanê ye û bûye eqîd.

Ela Mihemed Ebdulbaqî ji Misirê ye û bûye eqîd.

Îbnîan Ehmed Herîrî ji Urdinê ye û bûye eqîd.

Fermana Ehmed Şer di çarçoveya "pêvajoya pêşxistin û nûkirina artêşa Sûriyeyê û hêzên çekdar" de hatiye derxistin û hejmara wê 8 e.

Di biryarê de hatiye gotin ku ev bilindkirinên pileyan "ji bo berdewamiya ruhê pabendî û xwegorîkirinê ji bo xizmeta ol û niştimanê ye."

Her wiha di çarçoveya biryarê de, Murhef Ehmed Ebû Qesre û Elî Nûreddîn Nesan bûn lîwa û zêdetirî 42 efseran bûn eqîd.

Belgeyên Ehmeş Şer îmze kirine

"Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bû lîwa"

Murhef Ebû Qesre ku pileya wî ji bo lîwa hat bilindkirin, niha di posta wezîrê parastinê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi rê ve dibe û li gorî planê dê heta Adara 2025an erkê wî berdewam bike.

Ebû Qesre, berê serkirdeyekî çekdar ê mixalefeta Sûriyeyê bû û posta fermandarê giştî yê baskê leşkerî yê Heyeta Tehrîr El Şamê bi rê ve biribû.

Her wiha yek ji serkirdeyên herî diyar ên "Rêveberiya Operasyonên Leşkerî" bû ku şerê "Redi Eludwan - Bersivdana Dijminan" ê li dijî rejîma rûxiyayî ya Sûriyeyê kir.

Bawernameya lîsansê ya xwe di endezyariya çandiniyê de ji Zanîngeha Şamê wergirtiye.

"Pileya leşkerî ya Fermandarê Giştî jî bû lîwa"

Li gorî biryara Ehmed Şer, pileya Fermandarê Giştî yê Leşkerî yê Sûriyeyê Elî Nûreddîn Nesanê jî kir lîwa.

Nesan niha posta Fermandariya Giştî ya Leşkerî ya Sûriyeyê bi rê ve dibe ku ji aliyê serkirdayetiya nû ve piştî rûxandina rejîma Esed hatiye erkdarkirin.

Elî Nûreddîn Nesan xelkê bajaroka Teybe Îmamê ya derdora Hamayê ye û yek ji serkirdeyên leşkerî yên diyar ên Heyeta Tehrîr El Şamê ye.

Pêdana van postan û bilindkirina van fermandarên leşkerî ku hemû girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê û komên hevalbend wê ne demekê de ye ku bi dehan efserên ji artêşa Beşar Esed a berê li bendê ne ku di artêşa nû ya Sûriyeyê de cihekî bigirin.

Efserên herî girîng ên ji artêşa Esed derketine

Lîwa Mihemed Hac Elî sala 1977an bi pileya mulezim ji Koleja Leşkerî derçûye û beşdarî Akademiya Leşkerî ya li Şamê bûye û yek ji damezirênerên wê bûye.

Beriya ku di navbera salên 2005 û 2008an de biçe Lîwaya Mîkanîkî, pişt re bûye birêvebirê Koleja Parastina Niştimanî.

2yê Tebaxê 2012an bi alîkariya Komeke Usameyê kurê Zeyd ku girêdayî Ketîbeya Yermûkê ya li Deraa bû, derketina xwe ya ji artêşa rejîma Sûriyeyê ragihand.

Piştî derketina ji nava artêşê li Urdin û Tirkiyeyê jiyaye û yek ji endamên Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyeyê bûye.

Hac Elî li gel hejmarek ji efserên ji artêşa Sûriyeyê derketî, bi rêya yekgirtina çend koman li parêzgeha Deraa 5ê Mijdara 2013an, Lîwaya Cisir Hewranê damezrand û bû fermandarê lîwayê.

Her wiha yek ji wan efseran bû ku 4ê Hezîrana 2016an Hêzên Têkbirinê ava kir.

Lîwa Mihemed Hecî Elî ji bo avakirina sîwaneke yekgirtî ji bo komên Artêşa Azad an efserên ji artêşê dûrketî gelek însiyatîf stand.

Ya yekem ragihandina însiyatîfa Artêşa Yekgirtî ya Sûriyeyê bû ku 22ê Îlona 2017an hate ragihandin, piştre însiyatîfa Civîna Niştimanî ya Efserên Azad a 19ê Kanûna Pêşîn a 2017an bû.

Her wiha yek ji avakerên Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê bû ji bo vegerandina serwerî û biryarê ya 21ê Tebaxê 2021ê.

Lîwa Mihemed di rûpela xwe ya Facebookê de ragihand ku sêşema bê dê bigihêje Şamê.

Eqîd Riyaz Esed, fermandarê berê yê çekên asmanî yên Sûriyeyê û damezrînerê Artêşa Azad a Sûriyeyê.

Muqedem Faris Beyûş û Raîd Cemîl Salih û gelek kesên din.

Hilweşandina komên çekdar ên Sûriyeyê

Ehmed Şer roja 22yê Kanûna Pêşîna 2024an, piştî pêşwazîkirina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di konferanseke rojnamegeriyê de li Şamê got:

"Em bi ti awayî rê nadin ku hêzên çekdar li derveyî desthilata dewletê hebin, çi komên şoreşger bin an jî ew komên ku di deverên bin desthilata HSDyê de ne."

Ehmed Şer her wiha diyar kir ku berî dest bi operasyonê bikin, wan li gel hemû komên çekdar li hev kiriye ku piştî operasyonê û destpêkirina qonaxa nû, divê hemû hêz di bin Wezareta Parastinê û di bin fermandariyeke giştî ya yekgirtî de kom bibin.

Heman rojê medyaya fermî ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku civîna berpirsên koman li gel Ehmed Şer bi dawî bû û "li ser hilweşandina hemû koman lihevkirin çêbû."

Medyaya fermî ya Sûriyeyê amaje bi wê yekê jî kir ku hemû ew komên ku li gel Ehmed Şer rêkeftin kiriye, dê tevlî hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê bibin û dê bikevin bin sîwana Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.

Ji bilî Heyeta Tehrîr El Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ew komên çekdar ên li Sûriyeyê hene ev in:

Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê, Artêşa Azad a Sûriyeyê, Desteya Ehrarî Şamê, Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hêzên Opozîsyonê û çend komên din ên ku ji çekdarên eşîran pêk tên.

Roja 8ê vê mehê, çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê, Şama paytexta Sûriyeyê xistin bin kontrola xwe û piştî nêzîkî 14 salan ê şerê navxweyî, dawî li desthilata 53 salî ya malbata Beşar Esed û rejima Beasê anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst