Şam (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê, malbatên wan kesên ku artêşa Îsraîlê ew girtine, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwenîşandanek li dar xist.
Ev malbat ji Quneytra û gundewarê Şamê hatibûn.
Wan wêneyên mirovên xwe yên girtî hildan û bangî Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Sûriyeyê kirin.
Malbatan xwest ku rayedar li hemberî kiryarên Îsraîlê bêdeng nemînin û ji bo berdana kesûkarên wan zû gavan biavêjin.
49 Sûriyeyî hatine girtin
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, heta niha leşkerên Îsraîlê herî kêm 49 welatiyên Sûriyeyî ji nav axa wan girtine û birine nav Îsraîlê.
Dayîk, keç û hevjînên wan girtiyan bi hev re wêneyên xortên xwe hildan û tevlî xwenîşandanê bûn.
Ew dixwazin ku xortên wan ên ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine desteserkirin, demildest serbest bibin.
"Di xewê de bûn û ti sûcekî wan nebû"
Dayîka Ehmed û Mihemed El-Sefdî behsa dema girtina kurên xwe kir û got:
"Ew ji malê derxistin û kelepçe li destên wan xistin. Berê wan dane dîwar. Kurekî wî hebû, jin jî derxistin derve û ew ji nav malê desteser kirin.
Ew di xewê de bûn û ti sûcekî wan tunebû. Ew desteser kirin û berbangê demjimêr 03:30î birin. Jin û zarok ditirsandin. Tiştekî ku nayê şîrovekirin bû."
"Ev salek û 4 meh in em tiştekî li ser wan nizanin"
Hevjîna Mihemed Husên Sefdî jî gazinên xwe anîn zimên û got:
"Em bangî hikûmeta Sûriyeyê û Serok Ehmed Şer dikin ku daxwaza berdana wan bikin. Ev salek û 4 meh in em tiştekî li ser wan nizanin.
Ez bi zarokên xwe re êşeke mezin dikişînim. Heta niha keça min a biçûk pirsa bavê xwe dike. Ez nizanim çi bersivê bidim wê.
Ez wêneyê wî nîşanî wê didim, ew wî nas nake. Niha êdî pirsa wî jî nake."
"Ev helwesta me ne provokasyon e, mafê me ye"
Rêkxistinkarê xwenîşandanê Dr. Zeydûn Zubî jî bal kişand ser rola hikûmetê û wiha axivî:
"Ez bangî hikûmeta Sûriyeyê dikim. Ev bêdengî nabe. Ev helwesta me ne provokasyon e, ev mafê me ye.
Divê hikûmeta me mafê me bistîne. Nabe em tenê bi serê xwe derkevin."
Zêdetirî hezar destwerdanên Îsraîlê
Piştî rûxîna desthilata Esed, tevgera hêzên Îsraîlê ya li nav Sûriyeyê zêde bûye.
Li gorî amarên Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê zêdetirî hezar û 68 destwerdan kirine.
Her wiha li gorî raporên navneteweyî, nêzîkî 9 baregehên leşkerî yên Îsraîlê li Sûriyeyê hatine belgekirin.


