Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Urdinê ragihand ku Hêza Asmanî ya Şahane ya welatê wan êrişî stargehên komên çekdar ên li başûrê Sûriyeyê kiriye ku wan wekî "terorîst" bi nav dike.
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ev operasyon "tolhildanek" bû ji bo wan kesên ku roja înê di êrişa li ser dêrekê de hatibûn kuştin.
Ew êriş li devera Hemûdê ya parêzgeha Kerekê ya Urdinê li ser dêrekê hatibû kirin.
Artêşa Urdinê eşkere kir ku pêwendiya kesên berpirsiyarên wê êrişê bi wan "komên terorîst" re hebûye ku di vê operasyonê de hatine armancgirtin.
Gelek çekdar hatin kuştin
Li gorî daxuyaniyê, balafirên şer ên Hêza Asmanî ya Şahane ya Urdinê gelek pêgehên wan koman ên li başûrê Sûriyeyê wêran kirine.
Di operasyonê de hejmareke zêde ya çekdarên wan koman hatine kuştin û birîndar bûne, her wiha gelek otomobîlên wan jî hatine têkbirin.
"Em dê têkoşîna li dijî terorê bidomînin"
Artêşa Urdinê tekez kir ku ew dê "li hemberî her kesê ku bixwaze gefê li ewlehiya welatiyan bike her tim hişyar û amade bin."
Artêşa Urdinê pêdagiriya xwe ya ji bo "ji kokê rakirina tundrewî û terorê" ducare kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên çekdar dê xebatên xwe yên ku wekî "erka pîroz" bi nav kirine bidomînin û ev erk jî ji bo parastina welêt, welatiyan û cihên wan ên pîroz e.

.jpg&w=3840&q=75)

