Îsraîlê careke din Şam bombebaran kir

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Artêşa Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê çend herêmên Şama paytexta Sûriyeyê mûşekbaran kirin.

Sûriyeyê jî bi rêya sîstema parastina esmanî hinek ji wan mûşekan têk şikandin.

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê hejmarek mûşek ji bilindahiyên Colanê avêtine Sûriyeyê û çend pêgehên cuda li Şamê kirine armanc.

Li gorî artêşa Sûriyeyê herêmeke nêzikî balafirgeha Şamê jî hatiye mûşekbarankirin.

Herwiha artêşa Sûriyeyê da zanîn ku sîstema dijî mûşekan a welatê wan, piraniya mûşekên Îsraîlê têk şikandine û tenê zerarên madî çêbûne.

Îsraîlê çend caran ragihandiye ku ew di êrişên xwe de pêgehên wan grûpên nêzîkî Îranê ku çekan li wan dicivînin, dikin armanc.

Artêşa Îsraîlê, piştî destpêkirina şerê Xezeyê jî êrişên xwe yên li ser pêgeh û karwanên leşkerî yên wan grûpên çekdar didomîne.

25ê Kanûna Pêşînê, Yyk ji fermandarên pilebilind ên Pasdarên Îranê yê li Sûriyeyê Razî Mûsevî li herêma Seyîde Zeynebiyeyê ya nêzikî şamê di êrişa Îsraîlê de hatibû kuştin.

Fermandarê Îranî Razî Mûsevî yê hatibû kuştin li Sûriyeyê wekî “şêwirmendê leşkerî” dixebitî û hevalekî nêzik ê Qasim Silêmanî bûye.

Ji destpêka îsal ve, Îsraîlê li Sûriyeyê 73 êrişên esmanî pêk anine.

Di wan êrişan de 110 kes hatine kuştin ku piraniya wan leşkerên Sûriyeyê û çekdarên grûpên nêzikî Îranê bûn.

Herwiha di heman êrişan de 117 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din, heta niha Îsraîlê li ser mijarê ti daxuyanî belav nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst