Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro gihîşt Sûriyeyê.
Ev serdana ewil a berpirsê herî bilind ê Neteweyên Yekbûyî ya Şamê ye ku piştî salan pêk tê.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û şandeya pê re pêşwazî kirin.
Tê çaverêkirin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di vê serdana xwe ya 3 rojî de piştgiriya rêxistina xwe ya ji bo pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê ducare bike.
Ev serdan wekî werguhertinekê ji bo Sûriyeyê tê dîtin.
Bi taybetî piştî ku komên çekdar dawiya sala 2024an Beşar Esedê serokê wê demê yê wî welatî ji desthilatê daxist û wan dawî li wî şer anî ku sala 2011ê dest pê kiribû.
Niha Sûriye di qonaxeke veguhastinê de ye.
Dema ku desthilata Esed rûxiya, Antonio Guterres bidawîhatina "dîktatoriya Esed" wekî nîşaneyeke hêviyê ji bo hemû herêmê bi nav kiribû.
Hevdîtina Guterres û Ehmed Şer
Biryar e Guterres li gel Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bicive.
Şer berê serkirdeyê El Qaîdeyê ya li Sûriyeyê bû û ew heta meha Çiriya Paşîn a sala 2025an jî ji ber tohmetên têkildarî terorê di lîsteya cezayan a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de bû.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric da zanîn, Guterres dê li Şamê tekezî li wê yekê bike ku niha li pêşiya Sûriyeyê derfeteke mezin heye ku bingehekê ji bo paşerojeke aramtir, berfirehtir û tijî xweşguzeranî ji bo hemû Sûriyeyiyan deyne.
Her çi qasî tê çaverêkirin ku Sekreterê Giştî çend rojan li Sûriyeyê bimîne jî lê ji ber rewşa ewlehiyê bernameya tam a serdana wî nehatiye belavkirin.



