Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber qezaya trafîkê ya li ser rêya Dêrezor û Şamê ku tê de herî kêm 35 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn, ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ji ber qezaya li ser rêya Dêrezor-Şamê sersaxî da Hikûmeta Sûriyeyê û malbatên qurbaniyan.
"Piranî karmendên Wezareta Karên Navxwe bûn"
Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:
"Me bi xem û êşeke kûr nûçeya wê qezaya diltezîn a trafîkê bihîst ku li Komara Ereban a Sûriyeyê çêbûye.
Di vê qezayê de gelek welatiyan canê xwe ji dest da ku piraniya wan karmendên Wezareta Karên Navxwe bûn."
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got:
"Em sersaxiyê ji malbat û xizmên qurbaniyan û Hikûmeta Sûriyeyê re dixwazin.
Em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku cihê qurbaniyan bike bihişt û şifaya bilez bide birîndaran."
Du otobus li hev qelibîn
Îro li ser rêya Dêrezor-Şamê du otobus li hev qelibîn.
Di qezayê de herî kêm 35 kes mirin û 30 kesên din jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku di yek ji otobusan de endamên hêzên asayîşa navxweyî ya Sûriyeyê hebûn.
Birêvebiriya Rewşên Bilez û Karesatan a Dêrezorê ji Rûdawê re got:
"Li gorî amarên destpêkê yên qezayê, 35 kes mirine û bi dehan kesên din jî birîndar bûne."
Her wiha birêvebiriyê diyar kir ku sedema qezayê leza zêde ye.
Birêvebirê Rewşên Bilez û Karesatan ê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê Necîb Nesan jî agahî dan Ajansa SANAyê.
Nesan destnîşan kir ku di qezayê de 35 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Li gorî amarên Birêvebiriya Ragihandin û Pêwendiyan a Wezareta Rewşên Bilez û Karesatan, di 5 mehên destpêkê yên sala 2026an de hezar û 461 qeza çêbûne.
Di encama wan qezayan de 81 kes mirine û hezar û 333 kes jî birîndar bûne.
.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

