Tedmûr: 8 leşkerên Sûriyeyê bi mayina DAIŞê hatin kuştin

22-12-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tedmûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Tedmûrê yê Sûriyeyê di encama teqîna mayînekê de 8 leşkerên Sûriyeyê mirin, 10 leşker jî birîndar bûn.

Li nêzikî baregeheke leşkerên Sûriyeyê ya navçeya Badiyeyê ya bajarê Tedmûrê pêr dema derbasbûna otobusa leşkeran de mayineke DAIŞê teqiya.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di encama teqîna mayinê de 8 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka îsal heta niha, li Badiyeya Sûriyeyê di encama êrişên çekdarên DAIŞê de 406 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.

Herwiha di wan êrişan de 167 sivîl jî hatine kuştin.

Li aliyê din, di encama êrişên hêzên Sûriye û balafirên Rûsyayê de 46 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst