Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Em rê nadin dabeşbûna Sûriyeyê

22-01-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê di civîna Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê de got, “Em dixwazin paşeroja Sûriyeyê ava bikin û em rê nadin dabeşbûna Sûriyeyê.”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî ji bo beşdariya Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê li Swîsreyê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî di gotûbêjekê de pirsên Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair bersivandin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî di gotûbêjê xwe de ragihand:

“Em cihêkariyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de nakin û Sûriye nabe gef li ser ti welatan.”

Li ser rewşa jinan a li welatê xwe Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê got, “Dê rêz li jinên Sûriyeyê were girtin û dê xwedî post bin.”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî li ser rewşa aborî anî ziman:

“Me ji rejîma Esed welatekî wêran wergirt û sîstemeke aborî nîne.

Di paşerojê de aboriya me dê vekirî be.”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ragihand ku welatê wan tekezî li ser 5 qadan dike ku ew jî “enerjî, pêwendî, rê, balafirgeh, perwerde û tenduristî” ne.

“Xizmetguzariyên destpêkê dê ji bo gelê Sûriyeyê pêk werin”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî got:

“Eger em di van 5 qadan de bi ser bikevin, xizmetguzariyên destpêkê dê ji bo gelê Sûriyeyê pêk werin.”

Di civînê de Şeybanî ji civaka navneteweyî xwest ku cezayên bi ser desthilata Beşar Esed de hatine sepandin werin rakirin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê diyar kir ku rakirina wan cezayan “kilîta aramiya Sûriyeyê ye.”

Şeybanî da zanîn ku ceza ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê bi ser rejîma berê de hatibûn sepandin “lê niha li dijî gelê Sûriyeyê ne.”

Piştî ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hat damezirandin, Sûriye daxwaza rakirina wan cezayan dike ku civaka navneteweyî bi ser rejîma berê de sepandibûn lê Amerîka jî di nav de dibêjin “em dudil in di rakirina cezayan de” û dixwazin “kiryarên” hikûmeta nû bibînin.

Tê payîn ku 27ê mehê, wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê ji bo gotûbêja rakirina hinek cezayan bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst