Deriyê Ebû El-Zindeynê: Naxwazin Tirkiye û Sûriye nêzîkî hev bibin

21-08-2024
Nîşan Deriyê Ebû El-Zindeynê Tirkiye Sûriye Çekdar Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Ebû El-Zindeynê yê ku di navbera herêmên di bin dagirkirina Tirkiyeyê û herêmên di kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de hatiye vekirin bûye sedema gelek bertekan.

Aliyekî bi ser Tirkiyeyê ve dixwaze barhilgir di wî deriyî re derbas bibin û aliyekî din red dike ku ew derî li ber tevgera bazirganî bê vekirin.

Beriya niha bi 4 rojan jî li navenda bajarê El-Babê xwenîşandan hatin kirin.

Armanca protestoyan ew bû ku Deriyê El-Zindeynê li ber tevgera bazirganî neyê vekirin.

Ew derî dikeve navbera herêmên bi navê “Mertala Feratê” ên ku Tirkiyeyê û komên alîgirên wê dagir kirine û herêmên di destê Hikûmeta Sûriyeyê de.

Naxwazin Tirkiye û Sûriye nêzîkî hev bibin

Gelek alî ji hewlên nêzîkbûn û asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê bêzar in û vê nêzîkbûnê red dikin.

Li gorî wan, vekirina vî deriyî di berjewendiya Hikûmeta Sûriyeyê de ye.

Her wiha hinek grûpên çekdar û xelkên bajarê El-Babê vekirina vî deriyî qebûl nakin.

Aloziyên ku 5 roj berê li Ebû El-Zindeynê dest pê kir û her û her gurtir dibin.

“Vekirina vî deriyî xiyanet e”

Çekdarekî ku li dijî vekirina deriyê Ebû El-Zindeynê ye wiha axivî:

“Em dixwazin ji El-Babê, ji bin konê rûmetê peyamekê arasteyî wan kesan bikin ku wan deriyê Ebû El-Zindeynê vekiriye.

Yekem, ev şoreş şoreşa gelekî ye, şoreşa hemû Sûriyeyiyan e. Vekirina vî deriyî xiyanet e li xwîna şehîdan.”

Divê were gotin, hinek komên ku berê alîgirên Tirkiyeyê bûn jî li dijî vekirina wî deriyî ne.

“Karwanên wan derbasî cem vê rejîma tawankar nabin”

Rîspiyekî ji eşîrên El-Babê got ku w vekirina derî qebûl nakin û domand:

“Em li ber deriyên dawî yên Ebû El-Zindeynê ne.

Karwanên wan derbasî cem vê rejîma tawankar nabin.

Em milyonek jin, mêr û ciwanên xwe ji bîr nakin ku malên hinekan ji wan bi ser wan de ketin û bûn gor.”

Hewl didin derî bi zorê vekin.

Grûpên çekdar ên bi navên “Polîsên Leşkerî” û “Sultan Murad” li derdora Deriyê Ebû El-Zindeynê ketine amadebaşiyê û hewl didin derî bi zorê vekin.

Sala 2017an grûpên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve piştî têkbirina DAIŞê, Deriyê Ebû El-Zindeynê kontrol kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst