DAIŞê li Himsê êriş kir: 16 kuştî

19-04-2024
Nîşan DAIŞ Hims Êriş Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê li rojhilatê parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê êrişî otobuseke artêşa Sûriyeyê kir.

Di vê êrişê de 16 leşker û çekdarên hikûmetê hatin kuştin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku êrişê li nêzîkî gundê el-Teybeyê yê Himsê rû daye.

Li gorî agahiyên ku SOHRê dane, 7 leşker û çekdar jî bi birîndarî filitîne.

SOHRê destnîşan kir ku ji destpêka 2024an ve li herêma Badiyeyê di êrişên DAIŞê de 260 leşker û çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê û 37 sivîl hatine kuştin.

Herwiha li heman herêmê ji serê salê ve 24 DAIŞî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir / Wêne: Arşîv

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir

Hêzên asmanî yên Îsraîlê êrişî bajarê Humsê yê Sûriyeyê kir û hêzên parastina asmanî ya Sûriyeyê jî bersiv da êrişa Îsraîlê