Îlham Ehmed: Dê rêxistinên me li Şamê jî ava bibin

17-07-2018
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Encûmena SûriyaDemokratîk Îlham Ehmed Şam Rûdawa Rojava
A+ A-

Tebqa (Rûdaw) - Seroka Desteya Rêveber a Encûmena Sûriya Demokratîk, Îlham Ehmed da xuyakirin, ku di dema bihê de dê ofîsên rêxistinên wan li Şamê û bajarên din ên Sûriyê jî bihêne vekirin û dê dest bi çalakiyên xwe bikin.

 

Piştî bidawîhatina kongireya sêyem a Encûmena Sûriya Demokratîk, ku li Tebqayê hatibû sazkirin, Seroka Desteya Rêveber a Encûmena Sûriya Demokratîk, Îlham Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku wan tu daxwazname ji hikûmeta Sûriyê re neşadine, lê wan hindek aliyên opozisyona Sûriyê ku niha li Tirkiyê dimînin, ji bo kongireyê vexwendibûn.

 

Îlham Ehmed got, ew aliyên opozisyona Sûriyê ku bo kongreya Encûmena Sûriyeya Demorkatîk hatibûne vexwandin, nehatin û beşdarî di kongreyê de nekirin, ji ber ku bi gotina wê, Tirkiyê rê nedabû wan aliyan.

 

Serokê desteya rêveber a Encûmena Sûriya Demokratîk herwiha ji Rûdaw re da xuyakirin, ku di dema bihê de ew dê rêxistinên xwe li Şam, Laziqiye, Hums û Hemayê jî ava bikin û tekz kir, ku ew yek di çarçoveya bingeha dîtina çareseriyeke demokratîk bo kirîza Sûriyê ye.

 

Îlham Ehmed got: “Niha guhertin aliyekê wê yê erênî heye, ku hinek ji wan herêmên ku meclîs têde nû tên avakirin û tên birêxistinkirin, em dikarin giraniya xwe bidin ser wan û zêdetir wan meclîsan di warê rêxistiniyê de bi pêş bixin. Li derveyî wê, meclîs dikare zêdetir pratîk bibe, jibo ku herêmên Sûriyê yên hundir, ji Şamê bigre heta Laziqiyê, herwiha Hums û Hema û wan deveran jî em bikaribin baş Meclîsê birêxistin bikin li wan deran, pêşiya derfetek wisa jî vedike. Li aliyekê din jî xebatên dîplomasiyê ku li derve bihê meşandin û li hundir bihê meşandin, di aliyê eşîran de, di danûstandina li gel wan de xebatek were pêşxistin, ew hemû dikevne di çarçoveya xebatên desteya rêvebir de.”

 

Li ser sazkirina kongreya sêyem a Encûmena Sûriyeya Demokratîk li bajarê Tebqayê jî, Îlham Ehmed got: “Tebqa bajarek e ku ji DAIŞê hatiye rizgarkirin. Di qonaxa nû ya avakirinê de ye û dikeve herêma Şamiyê ku di nava axa Sûriyê de wisa jê re tê gotin, ji ber ku êdî ber bi Şamê ve ye, wate di sînorê Şamê de ye. Wateyeke wê heye, ku kongre li vir were lidarxistin, weku wê yekê k utu berê xwe bidî herêmên hundir ên Sûriyê, tê wê wateyê û li ser vê esasê, me Tebqa hilbijart. Yek jî pir gotûbêj li ser hene, ku dihat gotin teslîmî rejîmê hatiye kirin, çarxaneya ewlehiyê têde çêbûye, yanî propagandayeke zêde ya dijberan li ser Tebqayê heye.”

 

Îlham Ehmed berê hevserok bû, lê niha û di encama kongireya sêyem de, bûye seroka desteya rêveber a Encûmena Sûriya Demokratîk.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst