Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê ji bo derbasbûna welatiyên 10 welatên Ereban a di deriyên Sûriyeyê re biryareke nû da.
Birêvebirê Pêwendiyên Navneteweyî û Hevkariyê yê Saziya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrukê ya Sûriyeyê Mazin Elûş roja yekşemê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Mazin Elûş ragihand ku rayedarên Tirkiyeyê li ser derbasbûna welatiyên çend welatên Ereban a di deriyên bejahiyê yên li gel Sûriyeyê re biryareke nû daye.
Xelkê 10 welatan hatin diyarkirin
Li gorî daxuyaniya Mazin Elûş, ev biryar rê dide xelkê Behreyn, Îmarat, Qeter, Kuweyt, Libnan, Erebistana Siûdî, Uman, Urdin, Yemen û Fîlîstînê.
Li gorî pergala vîzeyê ya niha ya Tirkiyeyê, ew dikarin di deriyên sînor ên bejahiyê yên navbera Tirkiye û Sûriyeyê re derbas bibin.
Ji bo vê derbasbûnê, pêwîstî bi ti destûrên din ên pêşwext nîne.
Mafê transîtê ji bo Kurd û Erebên Sûriyeyê
Mazin Elûş her wiha eşkere kir ku biryar destûrê dide welatiyên Sûriyeyê yên ku xwedî nasnameya welatekî biyanî ne jî.
Ew welatî dikarin bi armanca transîtê ji her deriyekî sînor ê bejahiyê yê li gel Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derkevin.
Ev maf ji bo derbasbûna ber bi wî welatê ku ew lê dijîn tê dayîn.
Di vê rewşê de ew ji kîjan cihî ketine Sûriyeyê ne girîng e.
Çi ji deriyên sînor ên li gel Tirkiyeyê, çi ji welatên cîran, çi jî ji balafirgehên Sûriyeyê derbasî welêt bûbin ferq nake, ew dîsa jî dikarin ji vî mafî sûdê werbigirin.
Şertekî taybet ji bo deriyên Raî, Selame û Girê Spî
Elûş li ser şertên derbasbûnê jî agahî dan.
Wî diyar kir ku aliyê Tirkiyeyê li deriyên hemberî Selame, Raî û Girê Spî şertekî taybet daniye ser welatiyên Sûriyeyê yên xwedî nasnameya biyanî.
Ev şert ji bo welatiyên xwedî nasnameya Tirkiyeyê derbas nabe.
Li gorî vî şertî, di dema derketinê de divê pasaporta wan a Sûriyeyê ya derbasdar bi wan re be.
Her wiha divê agahiyên kesane bi temamî li gel agahiyên pasaporta biyanî heman bin.
Bi vî awayî dê destûra derbasbûnê bidin wan.
Wî birêvebirî bal kişand ser wê yekê ku ev biryar û rênimayî hemû ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve hatine dayîn.
Ji ber vê yekê, dibe ku bêyî agahdarkirineke pêşwext werin guhertin an jî betalkirin.
Her wiha dibe ku mekanîzmaya cîbicîkirina wan jî li gorî deriyên sînor ji hev cuda be.



