Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şer diyar kir ku ew dê ji sedî 400 zêdekirin mûçeyan binirxînin û leşkeriya mebûrî jî tê rakirin.
Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şer (Ebû Mihemed Colanî) li ser mûçe û leşkeriya mecbûrî daxuyaniyek belav kir.
Ehmed Şer diyar ragihand ku li Sûriyeyê ji bilî hin taybetiyên ku dê ji bo demeke sînordar mecbûrî bin, di nav artêşê de leşkeriya mecbûrî namîne.
Ehmed Şer 5 biryar derxistine ku di nav wan de nûjenkirin xaniyên wêranbûyî û vegerandina penaberan a ser malên xwe jî hene.
Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şer banga hilweşandina hemû komên çekdar kir û got, "Divê çek tenê di destê dewletê de bin."
Serokê HTŞyê Colanî ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê çi got?
Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ebû Mihemed Colanî li ser pirsa rojnamegerê Sûriyeyî Omer Şêx Îbrahîm a çi peyama te ji hevkarên we yên Kurd ên li Sûriyeyê re heye, gotibû:
“Kurd perçeyeke bingehîn a vî welatî ne.
Mîna me, ew jî rastî zilmeke mezin hatin.
Elhemdulîlah bi rûxandina rejîmê re ew zilma ku li wan hatiye kirin jî dê nemîne.
Bi îzna Xwedê xelkê me yê Kurd dê li paşeroja Sûriyeyê bibe yek ji pêkhateyên sereke.
Em dê bi hev re jiyana xwe bidomînin.
Her yek ji me dê bi rêyên yasayî mafên xwe bi dest bixin.
Piştî vê, zilm û zordariya li ser Kurdan jî qediya.
Ev ji bo Sûriyeyê destpêkeke nû ye, dîrokeke nû ye.”
Colanî li ser pirsa, ji bo xelkê Efrînê peyameke te heye?, jî anî ziman:
“Înşallah em dê bi hemû hêza xwe alîkariya wan bikin ku vegerin war û herêmên xwe.”
Peyama Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ebû Mihemed El Colanî ya ji bo Kurdan pic.twitter.com/i1wSsKAdxE
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 14, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse