Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Ezazê li bakurê Helebê, dema ku Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Salim El-Muslet çû nav xwepêşanderan, wan silogan li dijî wî avêtin û hinek kesan êrîşî wî kirin.
Li bajarê Ezaz ê li barkurê Helebê li dijî hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê xwepêşandan birêve çûn xwepêşander balê dikşînin ser helwesta Tirkiyê ku hêvî dikirin, ew welat li dijî Esed piştevaniya wan bike.
Xwepêşandaran Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Salim El-Muslet û Îtîlaf bi îxanetkirinê tohmetbar kirin û xeberên xerab ji wan re gotin, pasewanên Muslet ew revandin û xistin nava otomobîlekê.
Li ser wê bûyerê, Muslet got ku wî weke şoreşgerekî dixwest di nava xelkê Ezazê de be lê hinek kesên ku ejindeyên wan ên taybet hebûn derbasî nava xwepêşanderan bûn û ew kar kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Salim El-Muslet wiha axivî: “Ez îro hatim bakurê Sûriyê da ku beşdarî xwepêşandana welatiyên şoreşger bibim, piştrastbûna rêgezên xwe bikin, buyera rûdaye ez naxime stûyê xwepêşanderan, ew zarokên şoreşê ne. Îro ez heta demekê dirêj di nava bajarê Ezazê re geriyam û ez beşdarî nimêja Înê li Mizgefa Meytem bûm û bi hemjareke welatiyan re civiyam. Min xwest bi awayekî asayî beşdarî xwepêşandanê bibim, ango ne fermî û bêyî ku parêzvan li gel min hebin da ku ez piştgiriya ciwanan bikim û em piştrast dikin ku helwesta me ew e ku em Esed û sûcên wî qebûl nakin. Eger em bi hebûna rêjîma sûcdar razî bibin, rûmeta me namîne. Mixabin hin kesên ku ajandeyên wan ên taybet hene derbasî nava xwepêşanderan dibin, ewên ku helwestên wan li dijî şoreşê û saziyên wê ne. Ew bi maskên ku ajandeyên wan vedişêre derbas dibin û hejmara wan têliyên destekî derbas nake da ku mijarê ji rê derbixînin. Ez bi hêvî me ku ciwan wan kesan ji nava xwe derbixin, yên ku ji rêya şoreşê ber bi aliyekî din ve dibin û coşa ciwanên şoreşger ji bo armanc û ajandeyên xwe bikar tînin. Ez bi hêvî me ku em ji van haydar bin, ji ber ku ew tenê xizmeta rêjîma Esed dikin û xizmeta şoreşê û saziyên wê nakin û ne jî xizmeta rihê şoreşê dikin ku ciwanan girtiye ser milên xwe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse