Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê di êrişeke bi çekan a li ser mînîbusekê de 7 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), li ser Pira Misyafê gule li mînîbusekê hatine reşandin.
SANAyê ragihand ku di vê êrişê de 7 kes mirine û 4 kes birîndar bûne.
Hat ragihandin ku piştî êrişê tîmên parastinê yên sivîl çûne cihê bûyerê.



