Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xwendina Bilind û Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê bi Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî re 2 civînên cuda li dar xistin.
Armanca civînan ew bû ku mekanîzmayên tevlîkirina sazî û dezgehên perwerde û xwendinê yên Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên ku berê di bin desthilata HSDyê de bûn, di nav dezgehên fermî yên perwerdeyê yên dewletê de werin gotûbêjkirin.
Wezîrê Xwendina Bilind a Sûriyeyê Merwan Helebî bi Mezlûm Ebdî re civiya.
Di civînê de rêyên tevlîkirina Zanîngeha Rojavayê, Zanîngeha Kobaniyê û Zanîngeha Şerqê ya li Reqayê bi saziyên xwendina bilind ên dewletê re û mijara naskirina bawernameyên wan hatin nirxandin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, Mezlûm Ebdî di civînê de diyar kir ku li ser qonaxên tevlîkirina van zanîngehan, naskirina bawernameyan û hevahengkirina bernameyên xwendinê û kadroyên mamosteyan li gorî pîvanên niştimanî yên pejirandî dan û standin hatine kirin.
Wezîrê Xwendina Bilind got:
"Me tekezî li ser parastina pêvajoya akademîk a xwendinê û misogerkirina berdewamiya xwendina xwendekaran heta derçûnê kir.
Li gel vê yekê, amadehî ji bo avakirina 2 zanîngehên fermî yên dewletê li Hisîça û Reqayê tên kirin."
Dabînkirina pirtûkên Kurdî û mamosteyan
Di hevdîtineke din de, Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdilrehman bi Mezlûm Ebdî re civiya û wan li ser mijarên girêdayî qonaxa beriya zanîngehê ya li Rojavayê Kurdistanê nîqaş kir.
Di civînê de behsa dabînkirina pirtûkên bernameya zimanê Kurdî û mamosteyên wî warî hat kirin.
Her wiha temamkirina rêkarên têkildarî dosyeya tevlîkirinê di sektora perwerdeyê de hat gotûbêjkirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrê Perwerdeyê bi amadebûna Alîkarê Wezîr Yûsif Enan bi Mezlûm Ebdî re civiyaye.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin:
"Mijara sereke ya hevdîtinê, mekanîzmayên bicihanîna Biryarnameya Serokomariyê ya Hejmar 13an a sala 2026an û rênimayên wê bûn.
Bi taybetî xalên ku pêwendiya wan bi dabînkirina pirtûkên zimanê Kurdî û mamosteyên wan ve heye, li gel temamkirina rêkarên tevlîkirinê ya di qada perwerdeyê de hatin gotûbêjkirin."



