Li Minbicê şer, li Dêrezorê aramî heye

10-09-2023
Hisên Omer
Li Minbicê şer, li Dêrezorê aramî heye
Li Minbicê şer, li Dêrezorê aramî heye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê cihekî çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ya li gundekî Minbicê bi roketekê kir armanc.

Li gorî daxuyaniyeke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ev operasyon tolhildana zarokên ku roja 1ê Îlonê li gundê Ereb Hesenê bi destê çekdarên opozîsyonê hatibûn kuştin e.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên xwecihî wergirtine, êrişên çekdarên mixalefetê li eniya Um Celûdê ya li bakurrojavayê Minbicê berdewam in.

Li Dêrezorê jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hevkariya hêzên Asayîşê rewşa navçeyê aram kiriye.

Li şûna HSDyê êdî hêzên Asayîşê rêbend û xalên pişkinînê danîne.

Medyaya fermî ya HSDyê mikûrhatinên çekdarekî Hêza Parastina Niştimanî belav kiriye ku ji gundekî Şamê hatiye û beşdarî şerê li dijî HSDyê bûye.

“Ez tevlî şerê çekdarên êşîran bûm”

Çekdarê Hêza Parastina Niştimanî Xeyas Cûma Sirûr got:

“Navê min Xeyas Cûma Sirûr e, ji gundewarên Şamê me. Ez li Şamê niştecî bûm û min pêwendî bi kesekî ku navê wî Ebas Ziya el-Xazî ye re kir ku ser bi Hêza Parastina Niştimanî ya Dêrezorê ve ye.

Wî ji min re got were tevlî grûpa min bibe û wî ez tevlî grûpa xwe kirim.

Min di nav grûpa wî de kesekî bi navê Elî Remezan Xelef nas kir ku ji bajarokê Bisêreyê yê Cizîrê ye.

Dema alozî derketin, ez li Bisêreyê bûm û bi agahdariya fermandarê grûpa xwe ez tevlî şerê çekdarên eşîran bûm.”

Piştî arambûna herêmê, roja 9ê îlonê, HSD li herêma ji bajarokê Zîbanê heta bajarokê Hecînê bê şer û alozî belav bû û HSDyê rêbend û xalên xwe bi cih kirin.

Bi belavbûna hêzên Asayîş û HSDyê li navçeyên li ser Çemê Feratê ku sivîlên wê derê di dema şer de koçî aliyê rojavayê çem kiribû vedigerin navçeyên xwe.

Aliyê rojavayê Çemê Feratê di bin kontrola hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst