TERTÛS - Tehrîr El Şamê bi sedan karmendên jin ji kar derxistin

4 demjimêr berê
Loloxan
Nîşan Tertûs Sûriye Heyeta Tehrîr El Şamê Karmendên Tenduristiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)-  Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) li Tertûsê bi hinceta “sextekariyê” bi sedan karmendên jin ên sektora tenduristiyê ji kar derxistin.

Li bajarê Tertûsê yê Sûriyeyê bi sedan karmendên jin ên sektora tenduristiyê li ber avahiya parêzgehê xwenîşandan kir.

Ev karmend bi biryarekê ji aliyê hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve ji karê xwe hatine dûrxistin.

“Ji dêvla rêzê li me bigirin em ji kar derxistin”

Karmenda Tenduristiyê ya bi navê Reşa Hesen got:

“Piştî van hemû salan ji xizmetê û ji dêvla rêzê li me bigirin bera me dan û navendên me girtin.

Divê biryarek hebe ku mafên xelkê yê ku 30 salan xizmetê dike biparêze.

Divê xelk mafên xwe yên darayî bistînin da ku malnişîn bibin.

Karmendên bindîwar meaşên xwe werdigirin ew li ser karê xwe mane.”

Hikûmeta HTŞyê ve bi hinceta ku di girêbestên karmendan de sextekarî hatiye kirin biryara jikarderxistina karmendên tenduristiyê daye.

Li aliyê din, karmend jî dibêjin nezelalî heye û dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin.

“Em piştgiriyê didin karmendan”

Karmenda Tenduristiyê ya bi navê Rîm Herfûş jî li ser jikarderxistina karmendan wiha got:

“Em bi wan karmendan re ne ku ji kar hatine derxistin û em li benda wan karmendan e ku sextekarî di peymanên wan de hatiye kirin.

Yan jî çend peymanên wan bi çend saziyên cuda re hene.

Bi rastî çend navendên tenduristiyê yên vala hene lewre em jî bi jinûavakirinê re ne.

Nabe ev biryar hemû karmendên tenduristiyê li xwe bigire, bi taybetî ew karmendên bi dirêjahiya jiyana xwe xizmeta civakê kirine.”

Li parêzgeha Tertûsê nêzîkî 25 navendên tenduristiyê bi biryara HTŞyê hatine girtrin.

Her navendek jî xizmetê ji dide 50 hezar kesî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst