Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên Sûriyeyê bi hevkariya Dezgeha Îstîxbarata Giştî li bajarokê Rankûsê yê li rojavayê gundewarê Şamê, li dijî şaneyeke rêxistina terorê ya DAIŞê operasyoneke ewlehiyê li dar xist.
Hêzên Ewlehiya Navxweyî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku operasyon roja pêncşemê bi hevahengiya Dezgeha Îstîxbarata Giştî hatiye kirin.
Kuştî û birîndar hene
Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê da zanîn ku di dema operasyonê de di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de pevçûn derketiye û ji Hêzên Ewlekariya Navxweyî kuştî û birîndar çêbûne.
Li gorî agahiyên destpêkê, di wê pevçûnê de 2 endamên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê hatine kuştin.
Heta niha derbarê hejmara tam a qurbaniyan de ti daxuyaniya fermî nehatiye weşandin.
Tê çaverêkirin ku Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ji bo eşkerekirina hûrgiliyên bûyerê daxuyaniyekê bide.
Tê nûkirin...



