Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê peykerê Hafiz Esed hat hilweşandin.
Li gorî nûçeya AFPyê, xwepêşanderên li dijî Hikûmeta Sûriyeyê, li Şamê peykerê Hafiz Esedê bavê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed hilweşandiye.
Peyker li taxa Jaramanê ya Şamê hatiye hilweşandin ku piraniya xelkê wê taxê Durzî û Xirîstiyan in.
Li gorî dîmenên ku li ser înternetê belav bûne û ji aliyê AFPyê ve hatine piştrast kirin, nîşan didin ku xwepêşanderan peyker dadixin û sloganên dijî Esed diavêjin.
🛑Li Şamê peykerê Hafiz Esed hat hilweşandin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 7, 2024
🛑Xwepêşanderên li dijî hikûmetê, li Şama paytexta Sûriyeyê peykerê Hafiz Esedê bavê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed hilweşandin
🛑Peyker li taxa Jaramanê hatiye hilweşandin û piraniya xelkê wê taxê Durzî û Xirîstiyan in pic.twitter.com/2aMveqb7XJ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse