Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê bilind ê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hecerî ragihand ku Durzî beşeke veneqetiyayî ya Îsraîlê ne û ew li benda guherînên mezin ên li herêmê ne.
Şêx Hikmet Hecerî doh di hevpeyvînekê de da zanîn ku ew ji aliyê bawerî û dîrokê ve bi dewleta Îsraîlê re hevpar in û got:
"Em wekî yekxwedaparêzan beşeke Îsraîlê ne û em jê qut nabin. Em dixwazin vî welatî û vê ramanê biparêzin."
"Em li benda guherînên nû ne"
Hikmet Hecerî amaje bi wê yekê kir ku divê avakirina welatên li herêmê li ser bingeha yekgirtina mirovî be û got:
"Em li benda encam û guherînên nû yên rojên pêşiya me ne."
Li gorî gotina wî ev guherîn ji aliyê welatên rojavayî, Ewropayî û Amerîkayiyan ve bi rêya dewleta Îsraîlê tên arastekirin.
Rêberê Durziyên Sûriyeyê ku navenda wan li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê ye, bal kişand ser mijara aramiya herêmê û diyar kir:
"Beriya her tiştî em girîngiyê didin aramiya herêma Başanê ku Siwêdayê li xwe digire û piraniya şêniyên wê Durzî ne çimkî ev herêm dê bibe bingeh û navenda sereke ya ji bo avakirina aramiyê ya di asta herêmê de."
"Divê herêma Başanê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide"
Hikmet Hecerî di dawiya axaftina xwe de xwestekeke siyasî anî zimên û biland:
"Gava ku herêma Başanê aram bibe, divê mafê serweriya xwe bi temamî wergire. Divê mafê wê hebe ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide."
Piştgiriya Îsraîlê ya ji bo Durziyan
Kanûna Pêşîn a 2024an, komên mixalefetê yên wê demê yên Sûriyeyê desthilata Esed rûxand û hikûmetek ava kir.
Piştî vê yekê Şamê çend caran hewl da ku deverên parêzgeha Siwêdayê kontrol bike lê bi ser neket.
Ji wê demê ve artêşa Îsraîlê ji bo ku piştgiriyê bide Durziyan, çend caran hêzên Sûriyeyê bombebaran kirine.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, nifûsa Sûriyeyê 20 milyon e û 750 hezarên wê nifûsê Durzî ne.



