Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomariya Sûriyeyê ragihand ku Ehmed Şer li Koşka Gel a li Şamê Mezlûm Ebdî û şandeya pê re pêşwazî kirine.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Serokkomariya Sûriyeyê, civîn bi amadebûna Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî û Parêzgarê Dêrezorê Ziyad Ayîş hat lidarxistin.
Di hevdîtinê de li ser çend dosyeyên girîng ên têkildarî pêvajoya tevlîbûna saziyên dewletê hat axaftin.
Serokkomariya Sûriyeyê destnîşan kir ku "di civînê de pêngavên qonaxa paşerojê hatin nirxandin ku armanc jê xurtkirina pêgeha dewletê û danîna ewlehî û aramiyê ye."
Mezlûm Ebdî îro fesixkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand û tekez kir ku hêzên wan dê bibin beşeke saziyên artêşa Sûriyeyê.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku rewş guheriye û welat derbasî qonaxeke nû bûye û got:
"Piştî peymana li gel Serok Ehmed Şer û temambûna pêvajoya tevlîkirina hêzên me ya di nav lîwayên Artêşa Sûriyeyê de, em îro bi berpirsyariyeke tam fesixkirina HSDyê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe radigihînin."
Mafê perwerdeya bi Kurdî
Mezlûm Ebdî li ser mafên çandî jî axivî û mijara zimanê Kurdî wekî yek ji destkeftên herî girîng bi nav kir û anî ziman:
"Mafê xwendina bi zimanê Kurdî yek ji mafên herî girîng e ku gelê me bi dehan salan e ji bo wê têdikoşe."
Wî her wiha eşkere kir ku Ehmed Şer soza parastina vî mafî daye û biryar e her îsal were bicihanîn.



