Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Misirê Elî Asî diyar kir ku pêwendiya wan bi Tehrîr El Şamê (HTŞ) heye û got, “Divê Sûriye welatekî yekgirtî be.”
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Misirê Elî Asî bû mêvanê bultena Bakur a Rûdawê û bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Misirê Elî Asî li ser rewşa siyasî got:
“Pêwendiyên me bi hemû aliyên mixalefeta Sûriyeyê re, bi aliyên demokratîk re hene.
Pêwendiyên me bi aliyên demokrat re hene û bi Helebê re jî pêwendiyên me hene.
Em li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ne. Pêwendiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li wir bi hemû aliyan re hene.
Çi siyasî, çi leşkerî armanca me yek armanc e. Armanca me ew e ku bihevrejiyaneke aştiyane di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de çêbibe.
Divê Sûriye welatekî yekgirtî û aram be.”
"Kurd Sûriyeyî ne"
Elî Asî li ser pirsa lihevkirinên wan ên bi Heyeta Tehrîr El Şamê re anî ziman:
“Rewşa ku niha heye dramatîk e. Li Sûriyeyê gelek bûyer diqewimin. Em bi wan hemû aliyan re di pêwendiyê de ne.
Lihevkirinên ku tên çêkirin taktîkî û demkî ne. Ji bo welatiyên me Kurd ên li Helebê me li hev kir.
Kurd Sûriyeyî ne, welatiyên Sûriyeyê ne. Pêkhateya Kurd li Helebê divê aram be.
Girîng e ku Kurd li wir jiyaneke di nava aştiyê de bijîn.
Lihevkirinên me ji bo aramî û aştiyê ne û demkî ne.
Em dixwazin çekên me li dijî rejîmê bin, ne li dijî hev bin. Em naxwazin ti aliyên Sûriyeyî paşguh bikin û divê hemû alî bi hev re yekîtiya fikrî û nêrînan ava bikin.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Balafirgeha Leşkerî ya Dêrezorê kontrol kir.
Hat zanîn ku Artêşa Sûriyeyê ji balafirgehê vekişiyane û HSD lê bi cih bûye.
Elî Asî li ser pirsa lihevkirina wan a bi Hikûmeta Sûriyeyê re jî got:
“Bi hikûmetê re ti lihevkirinên me nînin. Tohmeta ku li HSDyê tê kirin ne rast e.”
Çi bûbû?
Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.
Tehrîr El Şamê herî dawî jî doh (5ê Kanûna Pêşîn) bajarê Hemayê kontrol kir.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTS) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.
Tehrîr El Şamê piştî van rûdanan berê xwe da Humsê û li navenda bajêr jî êriş û pevçûnan dest pê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse