Neteweyên Yekbûyî: Herî kêm 115 hezar kes ji bakurê Sûriyeyê koçber bûn

05-12-2024
Nîşan Tehrîr El Şam Sûriye Şer Koç Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî amarên ku Neteweyên Yekbûyî dane, ji ber êrişên Tehrîr El Şamê herî kêm 115 hezar kes ji bakurê Sûriyeyê koçber bûne.

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

Niha jî li derdora Hemayê şerekî giran heye, hêzên Sûriyeyê hewl didin bajêr biparêzin û komên çekdar jî êriş dikin.

Ji ber van êrişên Tehrîr El Şam û alîgirên wê pêleke nû ya koçberiyê dest pê kiriye û bi deh hezaran kes ketine ser rê û dirbên koçberiyê.

Alîkarê Koordînatorê Alîkariyên Mirovî yê Krîza Herêmî ya Sûriyeyê David Carden da zanîn ku ji ber êrişên Tehrîr El Şamê herî kêm 115 hezar kes ji bakurê Sûriyeyê koçber bûne.

Li gorî agahiyên ku David Carden dane piraniya van kesan ji bakurê Helebê koç kiriye.

Divê were gotin ku hinek Kurdan jî piştî êrişan ji Helebê koçî Reqa û Tebqayê kir.

Dema Efrîn sala 2018an ji aliyê Tirkiye û kom û komikên wê ve hat dagirkirin piraniya Kurdan ji Efrînê koçî Heleb, Til Rifet û Şehbayê kir û piraniya wan li kampan hatin bicihkirin.

Niha Kurdên li van herêman niha jî ji tirsa çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê careke din koçber dibin.

Li hêla din, li gorî çavkaniyên cihî heta niha di şerê Tehrîr El Şam û artêşa Sûriyeyê de 704 kes hatine kuştin ku 361 ji wan çekdarên Tehrîr El Şamê, 233 ji wan leşkerên Sûriyeyê û 110 ji wan jî sivîl in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst