Rayedarê Amerîkayî li ser hilbijartinên Rojava û vekişînê çi got?

05-07-2024
Diyar Kurde
Logoya Rêveberiya Xweser û Ethan A. Goldrich / Wêne: Rûdaw Grafîk
Logoya Rêveberiya Xweser û Ethan A. Goldrich / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Ethan A. Goldrich Rojavayê Kurdistanê Hilbijartin Vekişîn Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarê bilind ê Amerîkayî Ethan A. Goldrich got ku Amerîka nafikire ji Rojavayê Kurdistanê vekişe û divê hilbijartin neyên kirin.

Alîkarê Misteşarê Karûbarên Rojhilata Nêzîk ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan A. Goldrich pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde bersivandin.

“Em nafikirin ku ji Sûriyeyê vekişin”

Ethan A. Goldrich li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got:

“Em nafikirin ku ji Sûriyeyê vekişin, em difikirin ku peywira xwe ya rêlibergirtina vejîna DAIŞê bi hevkarên xwe yên herêmî re bidomînin.

Beşeke polîtîkaya me ew e ku DAIŞ careke din ranebe ser xwe.

Hebûna me ya li Sûriyeyê ji bo rêlibergirtina vejîna DAIŞê ye û em ji bo vê armancê bi şirîkên xwe yên cihî re dixebitin.”

“Em ti carî pêwendiyên xwe û rejîmê asayî nakin”

Ethan A. Goldrich li ser pêwendiyên Amerîka û Sûriyeyê jî da zanîn:

“Em piştgiriyê nadin normalkirina pêwendiyên bi rejîmê re û em ti carî pêwendiyên xwe û rejîmê asayî nakin.”

Rayedarî Amerîkayî diyar kir ku ew yekîtiya Sûriyeyê diparêzin û li pey çû:

“Çareseriya me ew e ku hemû Sûriyeyî di avakirina paşeroja welatê xwe de xwedîdev bin.”

“Divê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hilbijartin neyên kirin”

Rêveberiya Xweser ragihandibû ku ew dê hilbijartinên şaredariyan bikin lê paşê hilbijartin taloqî tebaxê kiribûn.

Ethan A. Goldrich got ku divê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartin neyên kirin û pê de çû:

“Em ji ber egera kirina hilbijartinan dilgiran in.

Li gorî me atmosferek nîne ku hilbijartinên azad, şefaf û lixwegir bên kirin.

Em difikirin ku şert û merc ne guncav in û li gorî me divê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hilbijartin neyên kirin.”

Divê were gotin ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 900 leşkerên Amerîkayê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst