SÛRIYE - Birînên erdhejê nayên pêçan: ‘Hena, dê û bavê te çûne behiştê’

05-02-2024
Loloxan
Nîşan Sûriye Erdhej Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sibe salvegera erdhejên 6ê Sibatê ye ku navenda wan Mereş bû û bandor li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî kir.

Efraya ku hemû malbata xwe di erdhejên 6ê Sibatê de li Cindirêsa Efrînê ji dest daye di hembêza apê xwe de mezin dibe.

Apê Efrayê Xelîl El Sewadî got:

“Ez bi hêvî me ku Efra ji ber ku xwendin nîne zehmetiyên herêmên rizgarkirî nebîne.

Heta niha zarokên min neçûne dibistanê, yê herî mezin deh salî ye qet neçûye dibistanê.

Ez bi hêvî me Efra bigihe asta herî bilind a xwendinê, ne wek zarokên min û vî nifşê ku her tişt ji dest daye.”

Li bajarê Îdlibê jî Yasmîna ku di erdhejê de malbata xwe ji dest daye û di bin kavilan de mabû heta niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

“Bandoreke xirab li laşê wê kiribû”

Bijîşka Komeleya Bijîşkî ya Sûriyeyê Xeyse Îbrahîmê anî ziman:

“Piştî karesata erdheja 6ê Sibata 2023yan, hejmareke zêde ya zarokên ku malbatên xwe ji dest dane gihiştin saziyên komeleya me.

Di nav wan zarokan de Yasmîna ku 20 demjimêran di bin kavilan de mabû jî hebû, di rewşeke gelekî xirab de gihişt ba me. Mayîna wê ya demeke zêde dirêj a di bin kavilan de bandoreke xirab li laşê wê kiribû.”

Li bajarê Harimê yê bakurê Îdlibê jî Henaya ku bav û dayîk û malbata xwe di erdhejê de ji dest dan bi apê xwe re dijî.

Apê wê dibêje wan hewl daye Henayê tevlî civakê bikin da ku trajedya xwe ji bîr bike.

"Me jî hêdî hêdî jê re got ku ew çûne behiştê"

Apê Henayê Elî Şerîf got:

“Piştre Henayê pirsa malbat, bav û dayîka xwe kir. Me jî hêdî hêdî jê re got ku ew çûne behiştê, wê jî xwest vê yekê qebûl bike.

Me ew bir nexweşxaneyê. Bi demê re bapîr, dapîr û xaltîka wê me hewl da bihêlin xwe ji bîr bike.

Heta niha jî zehmetî hene lê em berdewam hewl didin Hena xwe ji bîr bike û bişirînê vegerînin ser rûyê wê.”

UNICEF dibêje, li Sûriyeyê wan li hemû herêmên erdheja 6ê Sibata 2023yan 542 zarokên ku bav û dayîkên xwe ji dest dane dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst