Wezîrê Karên Derve yê Fransayê: Kurd hevpeymanê me ne

03-01-2025
RÛDAW
Nîşan Fransa Kurd Sûriye Şam Jean Noel Barrot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot li Şamê got, "Divê çareseriya siyasî ji hevpeymanên Fransayê re were dîtin û hevpeymanên Fransayê yên li Sûriyeyê Kurd in."

Barot got, “Divê li Sûriyeyê şer û pevçûn nemînin  li bakurê Sûriyeyê çek bêne danîn."

Her wiha Barrot got, "Divê cihê terorîstên Îslamî li Sûriyeyê nebe û em napejirînin terora Îslamî careke din li Sûriyeyê serî hilde."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, îro ji nişka ve çûn Şama paytexta Sûriyeyê.

Jean-Noel Barrot li Şamê daxuyaniyek da çamepeniyê.

Li ser Kurdên li Rojavayê Kurdistanl Jean-Noel Barrot got, "Divê çareseriya siyasî ji hevpeymanên Fransayê re were dîtin û hevpeymanên Fransayê yên li Sûriyeyê Kurd in.

Me li gel Kurdan mil bi mil li dijî terorîzma îslamî şer kir."

Li ser şer û pevçûnên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê Barrot wiha anî ziman:

Em tekezî li serweriya Sûriyeyê dikin. Divê li Sûriyeyê şer û pevçûn nemînin

Divê agirbesteke mayinde li bakurê Sûriyeyê bê meşandin."

Derbare grûpên çekdar de jî Barrot got, "Divê li bakurê Sûriyeyê çek bêne danîn û cihê terorîstên Îslamî li Sûriyeyê nebe.

Em napejirînin terora Îslamî careke din li Sûriyeyê serî hildeû û nijaperestî li Sûriyê hebe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst