Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îsraîlê li ser pevçûna hêzên Sûriyeyê û Durziyan got: "Em bi biryar in ku her tiştê ku ji destê me tê bikin, da ku ziyan negihe birayên me yên Durzî li Îsraîlê û birayên me yên Durzî yên li Sûriyeyê."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz ferman da artêşê ku ji bo "parastina" bajarokê Ceremanaya yê Şama paytexta Sûriyeyê amadekariyê bikin.
Benjamin Netanyahu li ser şer û pevçûnên li Ceremanayê axivî û got:
“Ceramana ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve rastî êrişê hatiye. Em dê destûrê nedin ku rejîma terorîst a Îslamî ya tundrew a li Sûriyeyê ziyanê bide civaka Durziyan. Eger ziyan bê dayîn, em jî dê ziyanê bidin wê [rejîmê]."
"Em ji bo parastina birayên Durzî bibiryar in"
Ofîsa medyayê ya Wezîrê Parastinê ya Îsraîlê jî daxuyaniyek belav kir û got:
"Em ji bo parastina birayên xwe yên Durzî li Îsraîlê û rêlibergirtina ziyangihandina birayên wan ên li Sûriyeyê her tiştê ji destê me bê dikin û em dê hemû gavên pêwîst ji bo ewlehiya wan biavêjin."
Durziyan şahî kir
Tê dîtin ku piştî ku Netanyahu ragihand ku artêşa Îsraîlê amade ye ji bo parastina wan li dijî artêşa Hikûmeta Veguhestinê ya Sûriyeyê, komên Durziyan ên li bajarê Ceremanayê yê Şamê şahî kir.
Hat ragihandin ku piştî kuştina endamekî Daîreya Ewlehiya Giştî ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Hikûmeta Veguhestinê ya Sûriyeyê, operasyoneke ewlehiyê li Ceramanayê ji bo girtina kesên tên xwestin hatiye destpêkirin.
Hat daxuyankirin ku hêzên leşkerî yên piştgiriyê yên ku aîdî komên Durziyan in, piştî pevçûnên bi HTŞyê re ku hêza nû ya Sûriyeyê ye, gihiştine bajarê Ceramanayê.
Durziyan seferberî îlan kir
Konseya Leşkerî ya Siwêdayê ragihand ku ji bo parastina Ceramanayê ya li başûrê Şamê li dijî hikûmeta veguhestinê ya Sûriyeyê seferberî hatiye îlankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse